Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn

img
AMED - Ji ber di boriyên petrolê yên li Hezroyê de teqîn çêbû, petrol herikî  nav ava bendava avdaniyê. 
 
Di boriyên petrolê yên li navbera gundên Guvercîn û Goma Tercîla navçeya Hezroya Amedê ji ber sedemeke nediyar teqîn çêbû. Piştî teqînê petrol herikî di nav ava çem de û ji wir jî gihişt nav bendava avdaniyê. Ava bendavê bi petrolê jehrî bû. Masiyên di nav avê de mirin, sewalên ji bendavê avê vexwarine jî jehrî bûn. 
 
Xebatên paqijkirina avê yên hatine destpêkirin berdewam dikin.