Rapora kesê pispor a Licikê: Xetere heye ku kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rapora kesê pispor a karesata madenê ya li Licikê ku 9 karker di bin axê de mabûn, derket. Di raporê de hat gotin ku xetere heye ku kîmyewiyên jehrî biherikin Hewzaya Firatê.  
 
Rapora kesê pispor a têkildarî karesata madenê ya li Madena Çoplerê ya navçeya Licik a Erzînganê ku di 13’ê sibatê de pêk hatibû û 9 kes di bin axê de mabûn, hat temamkirin. Rapor, li dosyaya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Licikê hate zêdekirin. 
 
Midûrê Anagoldê yê Tirkiyeyê Cengîz Yalçin Demîrcî jî di nav de rayedarên şîrketê di raporê de “bêqisûr” hatin destnîşankirin û rayedarê kanadayî Lain Ronald Guille û endezyar jî di nav de 9 kes jî “kesên biqisûr ên eslî” hatin dîtin. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku fîrmaya Madenvaniyê ya Anagoldê sûcê “Bi zanebûn an jî biqisûr hawirdor qirêjî kirine” kiriye. Hat gotin ku dê dexelê diavêjin Rûbarê Sabirliyê ax û avên binerd qirêjî bike û fîrma jî “biqisûra eslî” ye.
 
Têkildarî xetereyên siyanûrê jî wiha hate gotin: “Dema tevî ax, av û hewa bû, dê pirsgirêkên cidî li ser tenduristiya gel çêbike. Dema mirov xetereya ku bi tonan kîmyewiyên di encama teqîna boriya solusyona siyanûrê ya di 21’ê hezîrana 2022’yan de jî dide berçav, bi hezazê re xetereyeke mezin a toksîteya metal a giran li ser kesên di madenê de xebitîn an jî li wir dijîn çêdike. Heke tenê siyanûr an jî ji konsantrasyonên metalên giran sînorê nirxê xwe derbas bike, divê ax were berterafkirin. Bi zelînê re xetere heye ku di serî de siyanûr, gelek kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin.” 
 
KARKER BÊMASKE DIXEBITIN
 
Her çend ku car bi car navber hatibin dayîn jî, ji roja karesat pêk hatî heta niha xebatên lêgerîn-rizgarkirinê û veguhestina axa dexel didome. Madenvaniya Anagoldê di 19’ê sibatê de heta 1’ê nîsanê destûra betlaneyê dabû. Karkerên şîrketa taşeron Çîftayê jî niha li qadê bêmaske dixebitin.