Li Kapazê protestoya bendavê

img
MELETÎ - Li Taxa Kapazê ya Meletiyê bendava ku dixwaze were çêkirin hate şermezarkirin.
 
Meclisa Kurecîkê ya Navneteweyî (UKM), li dijî bendava ku tê xwestin li çolterên Taxa Kapazê ya navçeya Arganê ya Meletiyê were çêkirin, daxuyanî da. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Meletiyê Sevîm Şîmşek Bayram û Abdullah Ekîn, aktîvîstên hawirdorê, Şaxa Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Meletiyê û nûnerên gelek komele û rêxistinên saziyên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Girse di danê sibehê de li Taxa Kapazê kom bûn û dovîzên “Destên xwe ji xaka me, ji çiyayên me û ava me vekişînin”, “Dest nedin ava me, hewayê me, axa me û qada jiyana me" , “Ji mudaxilekirina xweza, bawerî û zimanê me re na" hilgirtin û li cihê ku bendav dê lê were çêkirin meşiyan.
 
Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Sermayedar destê xwe ji Kapazê vekişîne” û “Dest nedin ava me, hewaya me û axa me" berz kirin. Rêvebera Meclisa Kurecîkê ya Navneteweyî (UKM) Husniye Kîllî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Kîllî, di serî de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku li hemberî talana li Kapazê hatine cem hev. Kîllî di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku dixwazin xwezaya Kapazê winda bikin lê dê tekoşîna wan a li dijî talankirina xwezayê bidome.
 
'TEKOŞÎNA ME YA LI HEMBERÎ TALANKIRINA XWEZAYÊ DÊ BIDOME'
 
Namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Sevîm Şîmşek Bayram jî diyar kir ku li Meletiyê dê tekoşîna wan a li hemberî talankirina xwezayê bidome û bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir.
 
Serokê Şaxa Komeleya Pîr Sûltan Ebdal a Meletiyê Latîfe Ulutaş û rêveberên saziyên din jî axivîn û bertek nîşanî talankirina xwezayê dan. 
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.