Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê

img
AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî çêkirina Bendava Farqînê bang li her kesî kirin ku biçin Geliyê Godernê.  
 
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê nivîskî bang li her kesî kir ku li dijî çêkirina Bendava Farqînê di 9’ê adarê de biçin Geliyê Godernê. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi çêkirina Bendava Farqînê re dê li navçeyên Farqîn, Pasûr û Licê zêdetirî 50 gund, qada jiyanê ya bi deh hezaran welatiyan û Geliyê Godernê ku malavaniya bi milyaran zindiyan dike were tunekirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Yek ji hemleyên qirkirina ekolojiyê ya dawî ya aqilê ku pênaseya ‘bendavê ewlehiyê’ li lîteratûra cîhanê zêde kirî jî Bendava Farqînê ye. Geliyê Godernê ku dikare di lîsteya mîrateya cîhanê de cih bigire û malavaniya bi dehan cureyên endemîk dike, ji serdema neolîtîkê heta niha qada jiyana zindiyan e. Bendavê Farqînê xizmetê ji kedxwariya sermayedaran re dike û j bo avakirina netewedewleta yekperest tê çêkirin. Gotinên ku ev bendav ji bo pêdiviya enerjiyê, avdanê û xizmeta cemaweriyê hatiye çêkirin tên parvekirin, tenê ji bo xapandinê ne. 
 
EM HER KESÎ VEDIXWÎNIN GELIYÊ GODERNÊ 
 
Çawa ku Bendava Farqînê kete meriyetê, dê rê li ber qirkirineke mezin a ekolojiyê veke. Îktîdara navendî û sazî û şîrketên girêdayî wê jî dê weke faîlên vê qirkirina ekolojiyê di dîrokê de cih bigirin. Xebatên têkildarî Bendava Farqînê de ku dê rê li ber qirkirina ekolojiyê veke divê tavilê bên sekinandin û em bang li saziyên rûyê kesk ên sermayedaran ku dibêjin hebûnên çand, xweza û dîrokî diparêzin dikin ku bi peywira xwe rabin. Em bang li hemû parastvanên ekolojî û jiyanê, jinan, ciwanan, sendîkayan, partiyan û dînamîkên civakê dikin ku di 9’ê adarê de bên Geliyê Godernê.”