Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e

img
DÊRSIM - Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû destnîşan kir ku berpirsê karesata kana madenê ya Licikê desthilat e û wiha got: “Gelo çima çûna rêxistinên ekolojiyê tê astengkirin?”  
 
Li ser hezaza li bajarokê Çopler a navçeya Licika Xarpêtê ku girêdayî Lidya Madencîlîk û SSR Mining a navenda wê Kanada ye, hefteyek derbas bû. 9 karkerên ku ji 13’ê sibatê ve di bin axê de mane hêj jî nehatine dîtin. Gerînendeyê SSR Madencîlîkê yê Tirkiyeyê, piştî hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan. Herwiha destûrê nadin ku rêxistinên hawîrdorê û ekolojiye têkevin navçeyê. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dêrsimê Ayten Kordû ku di 18’ê sibatê roja yekşemê de çûbû herêmê, têkildarî mijarê axivî. 
 
‘TÊKETINA NAVÇEYÊ ÇIMA QEDEXE YE?’
 
Kordû destnîşan kir ku ew bi rêveberên navendê yên Xarpêt û Dêrsimê re çûne li herêmê û wiha axivî: “Nehiştin ku em têkevin li qada xebat lê tê kirin lê belê derbarê xebatê de agahî dan me. Hat gotin ku ser îhtîmala ku karkerên di bin axê de hêj dijîn tevdigerin û dan zanîn ku ji ber vê yekê li qadê xebateke berfireh tê kirin. Kordû diyar kir ku qedexekirina têketina qadê gumanan dide avakirin û got: “Çima têketina rêxistinên ekolojiyê tê astengkirin?” 
 
2 MEH BERÊ ANÎN ROJEVA MECLISÊ
 
Kordû astengkirina têketina navçeyê rexne kir û anî ziman ku ew serdana du malbatên karkerên ku di bin axa hezazê de mane kirine. Kordû bi bîr xist ku ew berî du mehan, mijarê xistiye rojeva Meclisê û wiha pê de çû: “Ez bi ser kareseta li herêmê tê jiyîn û bandora vê ya li ser tenduristiya civakî, axivîm. Gelek kes û rêxistinên hawîrdorê jî mijarê anîn rojevê. Lê tiştên hatin gotin piştguh kirin.” 
 
‘BERPIRSYAR DESTHILAT E’
 
Kordû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku berpirsyarê karesata ku berbiçav hatiye jiyîn desthilat e û ev tişt gotin: “Tevî ku me gelek caran li dijî vê yekê têkoşîn da meşandin, em hatin piştguhkirin. Li wê derê sûcê qirkirina ekolojiye heye. Bi sûcdarkirina 4-5 kesan nikarin xwe jê xelas bikin. Diviya tevdîrên pêwîst bihatana girtin. Di hevdîtinên budçeyê de min bi taybet ji Wezîrê Hawîrdor, Bajêrvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî û Madenvaniya Mûnzûr û Anagoldê pirs pirsîn. Gotin ku ew 16 mîlyon lire ceza li wan birine lê belê ji ber tu bandor li ser tenduristiya civakî çênebûye, şîrketê careke din dane vekirin. Anku bi aşkere rê li ber vê karesatê vekirin. Divê hemû kanên zêr werin girtin ji ber her yek di nava xwe de karesatekê dihewîne. Mixabin herêm bûye herêma madenvaniyê. Ev kanên madenê, polîtîkayayeke ku rasterast mudaxileyê jiyana me dike, mirovan dide koçkirin û xizan dike.”