Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin

img
ÎZMÎR - Ekolojîst Koray Turkay diyar kir ku fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ekolojiyê esas digirin, li gelek deverên cîhanê belav bûne û got: "Ocalan yek ji girîngtirîn analîstê wwan fikran e ku modernîteya kapîtalîst parçeparçe dikin."
 
Her ku krîza ekolojiyê kûrtir dibe û bandorê li tevahiya cîhanê dike, baran zêde dibar, lehî radibin,bahoz çêdibin, tsûnamî rû didin, bêavî û hişkesalî çêdibin. Ev qirkirina ekolojiyê bi xwe re dibe sedema koçberiyê jî. Lê modenrîteya kapîtalîs ji dêvla ku çareyekê ji vê re bibîne, pirgsirêkê kûrtir dike. 
 
Lê belê ji helwest û fikrên girîng û berbelav ên li hemberî vê feraseta rûxîner, fikirên Rêberê PKk'ê Abdullah Ocalan bala cîhanê dikişînin. Fikra Ocalan a li ser esasê demokratîkbûyîn, azadiya jinê û ekolojiyê, feraseta ekolojiya civakî li mirovan peyda dibe. Ocalan bi vê ferasetê hem sedemên krîzên heyî datîne meydanê hem jî rêyên rizgariyê berpêş dike. 
 
Em bi ekolojîst Koray Turkay re li ser modernîteya kapîtalîst û nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê ekolojiyê de axivîn. 
 
MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST Û TUNEKIRIN
 
Turkay da zanîn ku modernîteya kapîtalîst ne xwedî perspektîfeke ekolojîk e, lê hewl dide qadên ekolojîk hemûyan veguherîne rantê û got ku hêzên kapîtalîst li gorî encamên krîza avhewayê dem bi dem neçar in ku hin tevdîran bigirin. Turkay destnîşan kir ku berpırsö van neyîniyan modernîteya kapîtalîst e û wiha got: "Xerabiya ku wan kiriye gihaştiye asteke ku vegera wê tune ye. Pirsgirêka ku ji ber rêjeya gaza karbonê derketiye, bûye sedema helîna cemedê û bilindbûna avê. û bûye sedema kêmbûna kaniyan. Lehî, bahoz û hişkesaliyên qet çênedibûn, rû didin. Ev derfetên jiyanê ji holê radikin. Ev yek dê rê li ber xizanî, birçîbûn û koçberiyê veke. Tekane rêyeke xelasiyê ya mirovahiyê ye, ew jî jiholêrakirina modernîteya kapîtalîst û li hemberî vê esasgirtina jiyaneke ekolojîk, demokratîk û komunî ye." 
 
Turkay anî ziman ku li hemberî vê ferasetê perspektîfeke ekolojiya civakî ya Ocalan heye û diyar kir ku taybetmendiya herî mezin a ku vê perspektîfê ji nêzîkatiyên din cuda dike, cihêkirina xwezaya yekem û xwezaya duyem e. Turkay diyar kir ku xwezaya yekem serdema beriya civaka çandiniyê ye û ya duyemîn jî serdema bi jiyana niştecihbûnê dest pê dike. 
 
'FIKRÊN WÎ SÎNOR DERBAS KIRIN'
 
Turkay diyar kir ku bi vê ferasetê li Rojavayê ceribandinek hatiye kirin û got ku Rojava yekane hêviya mirovahiyê ye ku teslîmî modernîteya kapîtalîst nabe. Turkay da zanîn ku fikra modernîteya demokratîk a li vir hatiye avakirin ji Awûstralyayê heta Qanadayê, ji Zelandaya Nû heta hemû bajarên Ewropayê belav bûye û wiha dewam kir: “Parastinên Rêbertî (Abullah Ocalan) li hemû cîhanê tên xwendin. Bi vê re dê fikira Rojavayê li her derê cîhanê belav bibe. Mirovahî çi qasî xwedî li Rojavayê derkeve wê ew qasî jî xwedî li hêviya jiyana azad, demokratîk û ekolojîk derkeve."
 
'AZADIYA OCALAN Û JIYANA EKOLOJÎK GIRÊDAYÎ HEV IN'
 
Turkay bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan ku xwedî fikreke dikare jiyanê biguherîne û got ku di bin tecrîdeke wiha de ye ku li cîhanê hevtayê wê tune ye û zemîna hiqûqa navneteweyî ji holê hatiye rakirin. Turkay diyar kir ku ev fikir rizgariya hemû mirovahiyê ye û got: "Azadiya fizîkî ya Rêbertî ji bo jiyana ekolojîk krîtîk û girîng e. Rêbertî yek ji analîzkerên herî girîng wê fikrê ye ku modernîteya kapîtalîst parçeparçe dike. Fikra ku desthilat ji jê ditirsin, ji aliyê mirovahiyê ve esas tê girtin. Lewma divê em jı bo derfeta jiyana ekolojîk, azadiya jinê ü demokratîk têbikoşin. Bi ruhûcankirina jiyana ekolojîk û ekolojiya civakî rasterast bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye." 
 
MA / Tolga Guney