Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir

img
ŞIRNEX - Hatîce Înal ku bi salan e bi çêkirin û firotina qehweya kezwanê debara xwe dike, anî ziman ku ji ber darbirîna li herêmê îsal kezwan kêm bûne û got: "Kezwan nebateke bi şîfa ye. Bi salan e ez vê şîfayê li gel belav dikim." 
 
Li Kurdistanê qehweya kezwanan bi navdar e. Kezwan, di heman demê de ji bo tenduristiya mirov jî derman e. Bi sedsalan e li Kurdistanê sabûn ji kezwanê tê çêkirin ku bi temamî xwezayî ye. Her wiha kezwana ku ji bo gelek nexweşiyan jî şîfa ye, qehweya wê jî navdar e. Li Botanê dara kezwanê ya ku li çiyayên Gabar, Cûdî û Bestayê şîn dibe û di her payizê de tê berhevkirin, şêniyên herêmê sûd jê digirin. Lê belê ev sê sal in ji ber birîna daran hejmara darên kezwanê jî her ku diçe li herêmê kêm dibin. Li Botanê bajarokê Gundikêmelê yê li quntarê Çiyayê Cudî û girêdayî Şirnexê, bi qehweya xwe ya kezwanan bi nav û deng e. 
 
Hatîce Înal a 40 salî ku her sal kezwanan berhev dike û dihêre, qehweya kezwanan çêdike û difiroşe. Înal ku debara xwe bi qehweya kezwanan dike, di binê mala xwe de cihek ji kezwanan re veqetandiye. Înal, li bajêr bi qehweya xwe ya kezwanan tê naskirin û ji welêt û li derveyî welêt gelek kes qehweya wê sîparîş dikin. 
 
ÇÊKIRINA QEHWEYA KEZWANAN
 
Înal, der barê çêkirina qehweyê de axivî. Înal, wiha behsa çêkirina qehweya kezwanan kir: "Qehweya Gundikêmelê li vê herêmê bi nav û deng e. Kezwanên qehweya Gundikêmelê li Gabar, Besta û Cûdî tên berhevkirin. Ev kezwan ji bo tendûristiya mirov jî gelek baş in. Kezwan nebateke bi şîfa ye. Bi salan e ez vê şîfayê li gel belav dikim. Ew kezwanên ku em di demsala payizê de li çiyayên Gabar, Cudî û Bestayê kom dikin ewilî wan dişon û piştre ziwa dikin. Piştî ku me ew ziwa kirin, em wan datînên ber tavê. Dema ku li ber tavê baş hişk bûn, em agirê xwe pê dixin û wan diqelînin. Piştî qelandinê jî em wan tînin bi kevirên xwezayî dişkînin. Em baş dişkînin û piştre jî şîrê xwe tînin dixin nav û dikin qehweya kezwanan. Ez qehweya di şûşeyan de bi 190 lîreyî difiroşim. Ji ber ku zehmetiya wê pir e û ez bi xwezayî çêdikim. Beriya me dêya min ew çêdikirin. Em ji wan fêrî çêkirina qehweyê bûn."
 
JI NEBATÊ KEZWANÊ SÛD DIGIRIN
 
Înal ku bal kişand ser feydeyên kezwanê da zanîn ku ew ji kezwanê ne tenê qehweyê gelek tiştên din jî çêdikin û wiha domand: "Ji ber darbirînê ev karê me jî pîçekî sekinî. Çimkî darên kezwanan jî dihatin birîn û berhevkirina kezwanan pir zehmet bû. Kezwan ji bo tendûristiya mirovî gelek baş e û di heman demê de jî dermaneke xwezayî ye. Dema ku mirov nexweş bibe jî hûn kezwana bi kar bînin sax dibin û ew wê nexweşiyê dikuje. Şûna dermanên ku li nexweşxaneyê tên nivîsandin mirov kezwanan bi kar bîne çêtir e. Em bi van kezwanan ne tenê qehweyê çêdikin, em sabûna kezwanan, rûnê kezwanan û benîştê kezwanan jî çêdikin."
 
JI HER DEVERÊ WELAT SÎPARÎŞ
 
Hatîce Înal di berdewama axaftina xwe de ji jinan xwest ku xwedî li keda xwe derkevin û got: "Ev bi salan e ku ez vî karî dikim û ji her derê jî ez sîparîş distînim. Ji Stenbolê heta welatên Ewropayê sîparîş didin. Ez bi vî karî debara malê dikim. Ji ber wê jî ez her tim dibêjim ku heke jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Divê ewilî jin xwedî li keda xwe derkevin. Çi ji destê wan tê bila bikin, bila ew bi xwe aboriya xwe bi rê ve bibin. Ew hêza wan û qebîliyeta wan heye."
 
MA / Zeynep Durgut