Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe

img
WAN - Ji ber avahiyên fermî û wîlayên li derdora Gola Wanê tên çêkirin, xwegihandina golê pir zehmet bûye. Hat diyarkirin ku tebê li navçeya Tûşbayê 552 avahiyên li dijî îmarê hatine avakirin. 
 
Derdora Gola Wanê ku 189 kîlometre peravên wê li Wanê ye, bi taybetî jî peravên wê yên li Tûşba, Artemêtan  Westanê hema bibêje bi temamî ji aliyê wîlayan û avahiyên fermî hatine dagirkirin. Her sal bi sedan wîlla tên avakirin û ev yek dike ku mirov nikaribin xwe bigihîn peravên golê. Hat hînkirin ku heya niha li peravên Gola Wanê yên li hêla navçeya Tûşbayê 552 avahiyên li dijî îmarê haine çêkirin. Her wiha biryara rûxandinê ya der barê van avahiyan de jî bi salan e nayê sepandin. 
 
Endamê HEDEP'î yê Meclisa Şaredariya Tûşbayê û Berdevkê Koma Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Îsmet Tan, diyar kir ku avahiyên hatine çêkirin peravê dagir kirine û got ku Şaredariya AKP'î ya Tûşbayê jî, ji bo van avahiyan xwe li nedîtinê datîne. 
 
‘PERAV HATINE DAGIRKIRIN'
 
Tan diyar kir ku li gor qanûnan divê dîwarên li peravên Gola Wanê herî kêm 100 metre dûrî peravê bin û got: "Ev avahî hema bibêje bi temamî bêruxset in û qaçax in. Me HEDEP'ê di Meclisa Şaredariya Tûşbayê de gelek caran ev yek anî ziman. Me diyar kir ku divê ev dîwar bên rûxandin, ji lew re xwegihandina gel a golê tê astengkirin û ger wiha biçe dê heya 10 salan gel nikaribe sûdê ji golê bigire. Lê tevî hemû îtirazan jî têkildarî van avahiyên qaçax tu tişt nehat kirin. Piştî vê me giliyê van avahiyan kir. Ji me re gotin der barê 552 avahiyên li peravê Gola Wanê de biryara rûxandinê hatiye girtin, lê heya niha tu tişt nekirine." 
 
‘AVAHIYÊN QAÇAX JI NEDÎTÎ VE TÊN'
 
Tan diyar kir ku ji bo rûxandina avahiyan îhale hatiye çêkirin lê tu fîrma ji bo rûxandina 552 avahiyan neketiye îhaleyê û got: "Ya girîng ew bû ku gava hê ev avahî wekî înşeatê bûn destûra wan nehata dayîn lê xwe li nedîtinê danîn. Ger wiha biçe dê di demeke kurt de peravên Gola Wanê bi temamî bên dagirkirin. Ên pereyên wan hene ji li qeraxa golê erseyan dikire û avahiyan lêdike. Ji ber van avahiyan gel nikare bikeve golê û xwe bigihîne golê. Ev avahî bi temamî li dijîq anûna peravê û îmarê ne. Em bang li Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Bajêr dikin; demildest divê ev avahiyên qaçax û bêruxset bên xerakirin." 
 
Tan da zanîn ku Şaredariya Tûşbayê heya niha têkildarî van avahiyan 35 milyon TL ceza biriye lê yek avahiyek jî xera nekiriye.