Dê ‘nûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê' pêşkeşî Meclisê bê kirin

img
WAN - ÇEV-DER’a Wanê daxuyand ku ji bo qirkirina ekolojiyê sûc were hesibandin dê “Pêşnûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê” ya bi îmzeyên komele û kesên ekolojîst pêşkeşî Meclisê bikin. 
 
Ev salek e ku komeleyên hawirdorê û ekolojîst ji bo ku pêşî li qirkirina ekolojiye bigirin ser “Pêşnûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê” xebatên xwe didomînin. Dê ev pêşnûmeqanûn di 28’ê mijdarê de pêşkeşî Meclisê bê kirin. Hevserokê Komeleya Parastin, Lêkolînkirin, Pêşxistin û Parastina Berhermên Dîrokî yên li Hawirdora Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik têkildarî mijdarê li avahiyê komeleyê daxuyanî da.  
 
25 HEZAR ÎMZE HATIN KOMKIRIN
 
Kalçik, destnîşan kir ku ew dixwazin qirkirina ekolojiyê weke sûc were hesibandin û wiha got: "Ji bo qirkirina ekolojiyê di hiqûqa me ya navxweyî de sûc were hesibandin, me ji her çar aliyê Tirkiyeyê îmze kom kirin.” Kalçik, anî ziman ku divê di çarçoveya xebata wan kiriye de, qirkirina ekolojiyê divê sûc were hesibandin û wiha domand: "Di serê meha mijdara par de hin xebatên agahdarkirin û danezanê hatin kirin. Texrîbatên ekolojiyê yên wekî Behra Marmarayê, Daristana Akbelenê, Çiyayê Cûdî, Erzîngan-Îlîç, Gola Wanê û herêmên ku erdhejê ser bandor kiriye û bûne cihên qirkirina ekolojiyê pêk hatine, me wek 'qadên sûc' eşkere kirin. Me li standên xwe yên li van bajaran hatibûn danîn de îmze kom kirin. Bi vê pêşnûmeqanûnê em dixwazin qirkirina ekolojiyê bikin rojev."
 
Kalçik, diyar kir ku kesên îmze kom kirine dê di 28’ê mijdarê de xebata xwe bibin Meclisê û bi partiyên siyasî re hevdîtinan bikin. Kalçik, da zanîn ku ew ê îmzeyên xwe pêşkeşî Serokatiya Meclisê û komîsyonên têkildar bikin û axaftina xwe wiha qedand: "Ev hewldana me ya demokratîk dê bibe vegotina îradeya her dar, her masî û her çemên ripûreş diherikin.