Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir

img
MÛŞ - Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yûmakli ku bersiva pêşniyazpirsa têkildarî birîna daran a li Zozanên Şênê yên di navbera Amed û Mûşê de dimînin da, îdia kir ku bi armanca “rehabîlîtasyonê” dar tên birîn. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mûşê Sumeyye Boz têkildarî birîna daran a ji aliyê cerdevanan ve ji bo herêma baregeha leşkerî ya li Zozanên Şênê, ji bo Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yûmakli bibersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kiribû. Yumakli, yê pêşniyazpirs bersivand, qala dar û şitilên li Mûş û navçeyên wê tên danîn kir û îdia kir ku bi armanca “rehabîlîtasyonê” dar tên birîn. 
 
WEZARET: HEZAR Û 318 DARÊN MAZIYÊ HATINE BIRÎN
 
Yûmakli, diyar kir ku li herêmê hezar û 318 darên maziye hatine birîn û wiha got: “Xebatên rehabîlîtasyonê yên li herêmê tên kirin bi armanca hilbarîna li herêmê û ji bo darên dejenerebûyî bi rêbaza traşkirinê bên birîn û li şûna wan darên saxlêm bêne ye. Xebatên li herêmê di çarçoveya bername û planên salane tên meşandin. Li herêma behsa wê tê kirin hezar û 318 dar hatine birîn.”
 
SALEKÊ DAR HATIN BIRÎN 
 
Li herêma ku bi hincetên çêkirina qeleqol û qereqolan, herêma ewlehiyê heta 17’ê hezîrana 2023’yan daristan hatin şewitandin, dar hatin birîn û firotin, koçer jî neçarî koçkirinê hatin kirin. Dîsa di çapemeniyê de hatibû ragihandin ku bi hezaran dar bi hinceta “ewlehiyê” ji bo çêkirina qereqol û kûleyên çavdêriyê hatine birîn û ji bo çêkirina rêya diçe qereqolê jî ji kêleka çem bi kepçeyan xîz hatiye birin. Herêma ku dar lê hatin birîn, ji sala 2015’an ve di bin banê “herêma ewlehiya taybet” hate qedexekirin. Herêma beriya niha girêdayî Amedê bû, bi bîryarnameya serokkomariyê girêdayî Mûşê hatibû kirin.