Li Çiyayê Cûdiyê bi dînamîtan qirkirina ekolojiyê

img
 
ŞIRNEX - Dînamîtên ku ji bo çêkirina qûleyên leşkerî û rêyên nû li Çiyayê Cûdiyê tên teqandin, dibin sedema qirkirina ekolojiyê. 
 
Li Çiyayê Cûdiyê 3 sal in ekolojî tê qirkirin. Li hin deverên Çiyayê Cûdiyê dem bi dem bi hinceta "ewlehiyê" qedexe tên ragihandin û hat diyarkirin li bi pesendkirina Walîtiya Şirnexê jî li gelek deveran ekolojî tê qirkirin. Walîtiya ku bi hinceta "ewlehiyê" nahêle mirov biçin nav zeviyên xwe, li herêmê rê, qaleqol, qûleyên ewlehiyê û binkeyên leşkerî çêdike. 
 
55 QÛLE, 69 KÎLOMETRE RÊYA BI BETON
 
Li quntara Çiyayê Cûdiyê ya li hêla Silopiyayê mêze dike, li nêzî gundê suryaniyan Hesena par qaleqol hat çêkirin. Ji ber vê bi deh hezaran darên gund bi destê cerdevanan hatin birîn. Di 4 salên daw de li Çiyayê Cûdiyê 55 qûleyên leşkerî hatin avakirin û Walîtiya Şirnexê ya ku talana ekolojiyê didomîne, ji bo xwegihandina herêmên leşkerî û qûleyên ewlehiyê jî bi giştî 69 kîlometre rêya bi beton çêkir. Her wiha bi dehhezaran darên li qeraxa rê û qûleyan jî bi destê cerdevanan hatin birîn. 
 
DÎNAMÎT TÊN TEQANDIN
 
Ji bo xwegihandina qûleyên leşkerî û herêmên leşkerî li bejahiya gundê Cifanê kaneke keviran hat avakirin. Di dîmenên hatine girtin de li herêmê ekolojî tê talankirin. Ji bo bidesxistina keviran li gelek deverên çiyê dînamît tên teqandin. Ev dînamît zirareke mezin dide xwezayê. Cerdevan dîmenên talana li herêmê dikişînin û li ser hesabên xwe yên medyaya sanal belav dikin.