Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê

img
AMED - Ji bo HES'a ku tê xwestin li Geliyê Zorê bê çêkirin, cara duduyan rapora "ÇED erênî ye" hatibû dayîn. Baroya Amedê ji bo betalkirina raporê serî li Dadgeha Îdare ya Amedê da. 
 
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherandina Avhewayê, ji bo Santrala Enerjiya Hdîroelektrîkê (HES) ya tê xwestin ji aliyê Şîrketa Hilberîna Enerjiyê ya Mayayê ve li ser Rûbarê Zorê yê di navbera navçeya Pasûr a Amedê û navçeya Sason a Êlihê de ye bê çêkirin, cara duduyan rapora "ÇED erênî ye" da. Komîsyona Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê jî ji bo betalkirina raporê serî li Dadgeha Îdare ya Amedê da.
 
DÊ AV NEMÎNE
 
Li ser navê baroyê parêzer Ahmet Înan serî li Dadgeha Îdare ya Amedê da. Di serlêdanê de îşaret bi texrîbatên ku dê HES bibe sebeba wan hat kirin. 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ger HES bê çêkirin, dê şîrketên taybet dest deynin ser piraniya avê û dê pir kêm destûra herikîna avê bê dayîn. 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku dê di çarçoveya projeya HES'ê de li Êlihê 8,9 hektar, li Amedê 50,3 hektar bi giştî 59,2 hektar erdê çandiniyê bê tunekirin. 
 
Di serlêdanê de îşaret bi mêşvaniya li herêmê tê kirin jî hat kirin û hat destnîşankirin ku dê bi projeya navborî re mêşvanî jî nemîne. 
 
Di projeyê de hat diyarkirin ku flora nehatiye tespîtkirin, kar û barên sewalvaniyê kêm hatine diyarkirin û bi hûrgulî li ser rengîniya biyolojîk a herêmê nehatiye sekinandin û îşaret bi 10 cure masiyên Êlihê hat kirin ku dê bi temamî nemînin. 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku biryara dadgehê biryareke dijhiqûqî ye û hat xwestin ku projeya navborî ku dê zirareke mezin bide herêmê demildest bê betalkirin. 
 
ÇI QEWIMÎBÛ?
 
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherandina Avhewayê, ji bo Santrala Enerjiya Hdîroelektrîkê (HES) ya tê xwestin ji aliyê Şîrketa Hilberîna Enerjiyê ya Mayayê ve li ser Rûbarê Zorê yê di navbera navçeya Pasûr a Amedê û navçeya Sason a Êlihê de ye bê çêkirin, di 13'ê sibata 2014'an de biryara "ÇED erênî ye" da. Ji şêniyên gundê Herîvê Mûrat, Ercan, Ridvan, Mehdîn û Medenî Çîçek li dijî vê biryarê di 9'ê adara 2021'ê de serî li 3'yemîn Dadgeha Îdare ya Amedê dan. Dadgehê bi hinceta ku biryara "ÇED erênî ye" li dijî hiqûqê û mewzûatê ye, biryara betalkirina projeyê da. 
 
Piştî biryara heyî şîrketê, ji bo çêkirina HES'ê car din serlêdan kir. Şîrketa Mayayê di bin navê "Metîn HES, ocaxên malzemeyê, tesîsa şikandin û hêrandinê û projeya santrala betonê" serlêdana ji bo şîrketeke nû kir. Piştî serlêdana şîrketê, biryara "ÇED erênî" hat dayîn. Lê ev di 6'ê îlonê de ji aliyê Midûriyeta Bajêr a Amedê ya Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê hat sekinandin. 
 
Li ser navê gundiyan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Amedê Serhat Eren li dijî biryara navborî serî li Dadgeha Îdareyê û Baroya Êlihê jî serî li Dadgeha Îdareyê dan. 
 
MA / Mujdat Can