Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike

img
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê Çemê Dîcleyê di bin nava çopê de ma û şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de jî lê temaşe dike.  
 
Li navçeya Cizîra Şirnexê ku Çemê Dîcleyê di nav wê de derbas dibe, tê qirêjkirin. Ji ber çopê ku tên avêtin bêhna genî li derdorê belav dibe, şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de jî karê paqijiyê nake. Çem bi bermayiyên plastîk, tije bûye. Welatiyên ku çopa xwe diavêjin çem û ev jî dibe sedem ku behna genî belav bibe. Di heman demê de ev qirêjkirin çem, jiyana zindiyên di çem de jî dixe xeterê. Her wiha ava kanalîzasyona navçeyê jî  diherike Çemê Dîcle. Li gel hemû serlêdananên niştecihên navçeyê ku dixwazin kanalizasyon bê çêkirin jî, Şarederiya Cizîrê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, heya niha dest bi tu xebatê nekiriye.