Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn

img
STENBOL - Rêxistinên Hawirdorê ku xwestin qirkirina ekolojiyê bibe qanûn û ji kesên vî sûcî dikin re cezayên giran bên dayîn, dê di 28’ê mijdarê de “Pêşnûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê” pêşkeşî Meclisê bikin. 
 
Endamên rêxistinên ekolojiyê yên Koalîsyona Edaleta Avhewayê, Yekitiya Ekolojiyê, End Ecocide Tirkiye û Stop Ecocide İnternational ji bo geşedanên dawî yên derbarê “qanûna qirkirina ekolojiyê” de binirxînin li Şaxa Odeya Endezyarên Hawirdorê ya li Beyoglûya Stenbolê hatin bahev. Gelek aktîvîstên ekolojiyê tev li hevdîtinê bûn. 
 
‘TÊKOŞÎN DÊ BIDOME’  
 
Ekolojîst Jojo Metha ya di hevdîtinê de axivî, anî ziman ku heke sûcê qirkirina çandî bibe qanûn dibe ku mirov êdî vî sûcî nekin. Metha, bi lêv kir ku li qadên navnetewî yên weke Neteweyên Yekbûyî (NY) vê yekê tînin ziman û diyar kir ku ji bo qirkirina ekolojiyê weke sûc bê qebûlkirin dê weke rêxistinên hawirdorê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘PÊŞNÛMEQANÛNA QIRQIRINA EKOLOJIYÊ’  
 
Îlksen Dînçer Baş ê pişt re axivî, da zanîn ku weke rêxistinên ekolojiyê yên li Tirkiyeyê ji bo ku qirkirina ekolojiyê bibe qanûn gelek xebat meşandine û wiha got: “Di rewşeke asayî de Meclis pêşnûmeqanûnê amade dike lê vê carê me weke rêxistinên ekolojiyê ‘Pêşnûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê’ amade kir. Em ê pêşnûmeqanûnê di 28’ê mijdarê de pêşkeşî Meclisê bikin.”