Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin

img
ÊLIH - Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Vahdettîn Tuzun bal kişand ser Çemê Êlihê yê daxilî nava îmarê hatiye kirin û got ku ev ji bo siberoja bajêr karesat e. 
 
Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, di 6'ê kanûna 2022'yan de ji bo Bajaroka Girêsîra, gundên Selîvê û Girbereşkê û Çemê Êlihê de biryara îmarê girt. Meclisa şaredariyê ya ji aliyê kesên tayinkirî ve pêk tê, li benda erêkirina Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherandina Avhewayê ye. Ger biryar bê erêkirin dê li kêleka Çemê Êlihê, Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê (OSB) bê çêkirin. 
 
Pêdiviya rojane ya avê ya bajêr 90 hezar metre kup e. Potansiyela derxistina avê ya ji Çemê Êlihê jî 200 hezar metre kup e. Çemê Êlihê ku 44 bîrên avê li derdora wê hene, ava wê bêyî bê dawerivandin tê bikaranîn. Lê ji ber vê dê kaniya avê ya bajêr Çemê Êlihê têkeve ber îmarê, gelek kes bi bertek in.
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Vahdettîn Tuzun, destnîşan kir ku bajêr bi karesaeteke mezin re rû bi rû ye ku vegera wê tune ye. 
 
‘DIXWAZIN QADA RANTÊ ÇÊBIKIN'
 
Tuzun destnîşan kir ku qeyûm bi vê plana îmarê dixwaze qadeke rantê çêbike û got: "Dixwazin bi îmarkirinê re vê derê talan bikin. Ji bo vê jî îstihdamê ji xwe re dikin sedem. Ava bajêr ji vê qadê tê peydakirin, lê ji bo tekstîlê îmarkirina vir qirkirin e. Zirareke mezin dide siberoja Êlihê. Dê çiziraneke biçûk a kîmyewî zirareke mezin bide bajêr. Tekstîlê wekîq adeke paqij a kar nîşan didin. Tiştekî wiha tune ye. Pîşesaziya tekstîlê, pîşesaziya herî qirêj e. Ev hatiye piştrastkirin. Gava bermayiyên biyolojîk tev li avê bibin, dê zirarê bide jiyana nava avê û gelê bajêr." 
 
SIBERAOJA BAJÊR
 
Tuzun diyar kir ku siberoja bajêr bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye û wiha domand: "Êlih li deşteke rast hatiye avakirin. Eraziyên çandiniyê yên girîng hene. Lê piraniya wan hatin texrîbkirin. Di vê pêvajoyê de ku em bi krîza zexîre re rû bi rû ne, kirina tiştekî wiha zirareke mezin e. Diviyabû ev der ne ji bo îmarê, ji bo çandiniyê bihata bikaranîn. Jixwe qada hêşîn û tevna wê ya çandiniyê heye. Dikarin OSB'ê li cihine din çêbikin. Li quntarên Çiyayê Ramanê yên li hêla rojavayê deverên bi kêrî çandiniyê nayên hene. Li hêla Hezoyê jî cihên wiha hene. Dikarin li wan deran vekin û îstîhdamê bikin. Ger armanca wan îstîhdam be, bila biçin wan deran. Kesên bi siberoja bajêr dilîzin 2-3 salên din dê ji vir biçin. Biryarên ku digirtin dê bi salan bajarê me texrîb bikin." 
 
WALÎTIYÊ PAXAVA XWE BI SERLÊDANÊ NEKIRIYE 
 
Tuzun diyar kir ku qeyûm bi tena serê xwe ev biryar girtiye û gava wan ev biryar bihîstiye ji walîtiyê re nivîsandine, lê belê walîtî bersiva wan nedaye. Tuzun da zanîn ku ji bo serî li rêyên hiqûqî bidin raporekê amade dikin û got: "Em ê bi vê raporê serî li rêyên hiqûqî bidin."
 
Tuzun di dawiya axaftina xwe de got: "Xeta petrolê ya BOTAŞ'ê ya di bin çem de teqiya. Zirareke mezin gihîşt çem. Par ji ber baraneke zêde cihê çem guherî û rêya diçe Hezoyê rûxiya. Karkerek jiyana xwe ji dest da. Ev her du mînak jî nîşan didin ku divê li vir OSB neyê çêkirin. Em bang li xelkê Êlihê dikin ku siberoja zarokên xwe tarûmar nekin. Israrkirina di şaşiyê de xiyanet e." 
 
MA / Fethî Balaman