Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê

img
MÛGLA - Leşkerên ku li Daristana Akbelenê ketin qada ku welatiyên li dijî kana komirê nobetê digirin û welatî ji qadê derxistin. 
 
Leşker ketin qada nobetê ya li dijî kana komirê ya li Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas a Mûglayê hatibû destpêkirin. Qada nobetê ji aliyê leşkeran ve bi bariyeran hate girtin, gundiyan diyar kirin ku li qada nobetê darên mayî jî dê bên birîn. Leşkerên ku pankart û konên li qadê jê kirin, welatî ji qadê derxistin. Bi amûrên sînyalê dibirin ku li qadê hatine bicihkirin jî tê astengkirin ku welatî bi hev re têkiliyê deynin. 
 
Li bendemayîna gundî û welatiyên hatin piştgiriyê didome, şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê banga piştgiriyê kirin.