Wek 'Parka Xweza û Neteweyî' îlan kiribûn, lê dar lê nehiştin!

img
ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdî yê ku weke Parka Xweza û Neteweyî hatiye îlankirin 3 sal in birîna daran didome. Projeya ku walî wê kiribû navgîneke propagandayê, berî ku dest pê bike bi dawî bû. 
 
Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Cilênimêja yê girêdayî Şirnexê dar birîna ku ji aliyê cerdevanan ve di bin ewlehiya leşkeran de hatiye destpêkirin didome. Darbirîn û talana xwezayê ya ku li herêmê hatiye destpêkirin sê sal in bênavber didome. Di encama talana xwezayê de heta niha gelek qadên daristanê ji dar birînê re hatin vekirin. Li herêma Besta 37, Cûdî 28 û li Gabar jî di bin navê lêgerîna petrolê de ji dar birînê re qadên nû tên vekirin. Herêmên ku bê dar û daristan tê hiştin bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne. Darbirîna ku bi erêkirina Midûriyeta Daristanê didome darên sedsalane ji binî ve tên birîn û piştre jî bi kamyonan tên barkirin û li derveyî bajêr tên firotin. Darbirîna ku li herêmê kirine mijara bazirganiyê herême bênefes dihêle. 
 
Herêma Cûdî ya ku bi salan e ji aliyê rayedarên dewletê ve wekî amûra propagandayê tê bikaranîn, her cureyeke êrişê li ser xwezaya wê tê kirin. Propagandaya dewletê ya "me ji terorê paqij kir em ê ji tûrîzmê re vekin" jî pûç e. Beriya niha ji aliyê Waliyê wê demê Alî Hamza Pehlîvan û Midûrê Giştî yê Parastina Xwezayê û Parqên Netewî Îsmaîl Uzmez ve di sala 2021'ê de hatibû ragihandin ku di çarçoveya projeya dîrok, xweza û tûrîzmê de Çiyayê Cûdî weke Parka Xweza ûNeteweyî îlan bikin. Di çarçoveya vê projeyê de gelek ajal berdabûn Cûdiyê. Lê belê ev proje hê ku dest bi xebatên xwe nekirî sekinî. Li Çiyayê Cûdî yê ku digotin em ê parqa neteweyî îlan bikin ev sê sal in darbirîn û şewata daristanan heye. 
 
WALÎ QAD JI DARBIRÎNÊ RE VEKIR
 
Waliyê Şirnexê yê demê Alî Hamza Pehlîvan der heqê projeyê de ev daxuyanî dabû çapemeniyê: "Me daxwaza xwe ya îlankirina Parka Neteweyî ya Cûdî ji Wezîrê xwe yê Çandinî û Daristanê re ragihand. Li ser vê mijarê bi alîkariya Midûriyeta Herêmê ya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî û Midûriyeta Daristanê ya bajêr lêkolînek hat destpêkirin. Dosyaya projeyê niha tê amadekirin. Dîsa du meh berê me Midûrê Giştî yê Parastina Xwezayê û Midûrê Parkên Neteweyî anî vir. Der barê tespîtkirina herêmê û diyarkirina sînoran de me keşf kir. Îro tîmên me bi me re hatin û biryarên xwe dan. Dê dosyayek hevpar bê amadekirin, li gorî van tespîtan û biryara Wezareta me em ê xebatên xwe gav bi gav bidin meşandin."
 
Her wiha Pehlîvan diyar kiribû ku di encama lêkolînên li Çiyayê Cûdî hatine kirin de ew rastî gelek şopên şaristaniyan hatine û gotibû ku ew ê di çarçoveya projeyê de li herêmê xebatên arkeolojîk bên destpêkirin. 
 
HERÊM KIRIN QADA BIRÎNA DARAN
 
Piştî Pehlîvan, Osman Bilgîn weke walî hatibû tayînkirin. Lê belê ji bo pêşvebirina projeyê tu hewledanên berbiçav çênebûn. Waliyên ku yek bi yek çûn proje jî nîvco hiştin û bi ser navê "ewlehiyê" ji darbirînê re vekirin. Di çarçoveya projeyê de noqteyên herêmê ku hatibûn lêkolînkirin jî dar birîn hatin destpêkirin û her wiha gelek caran jî şewat derket. 
 
MA / Zeynep Durgut