Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe

img
ŞIRNEX- Hevserokên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê diyar kirin ku dewletê polîtîkayên xwe yên şerê taybet ku li dijî herêmê dimeşîne zivirandiye wêrankirina xwezayê û gotin: “Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe. Ew dengê ku li Akbelenê bilind dibe divê ku li Cudî jî bilind bibe.”
 
Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Çelênimêja birîna daran, şewata daristanan û talana ku sê sal in  hatiye destpêkirin didome. Di encama talanê de hemû çavkaniyên debara herêmê hatin tunekirin. Şeniyên herêmê ku debara xwe bi sewalkariyê dikin, di encama van polîtîkayan de sewalkarî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Xwezaya herêmê ku veguherandine bazirganiyê bi vê talanê re bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye. Hêjayî gotinêye ku ev talan û tunekirina xwezayê ne tenê bi Şirnexê re sinordare, li bajarên weke Licê, Colemêrg, Mêrdîn, Bedlîs, Sêrt û gelek deverên din jî şewata daristanan berdewam dike. Mudaxileya şewatan nayê kirin û gelê herêmê ku dixwaze mudaxele bike jî bi hinceta "ewlehiyê" tê astengkirin. Di encama polîtîkaya talana ekolojiyê ya ji aliyê dewletê ve li herêmê tê meşandin, bi hezaran dar hatin birîn û şewitandin. Li gel talana ekolojîyê bi hezaran qadên jîngeh jî hatin wêrankirin û ji holê hatin rakirin. Hevserokên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Ahmet Başak û Gulsum Atak der barê qirkirina li ser xwezaya bakurê Kurdistanê de axivîn.
 
'RÊBAZA ŞERÊ TAYBET GUHERANDIN'
 
Hevserokê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Ahmet Başak, anî ziman ku li Kurdistanê her qadeke xwezayê ji sermayeyê re hatiye vekirin û wiha axivî: “Ne sê sal ev bi salan e li ser xwezaya Kurdistanê qirkirin heye. Di van salên dawî de qirkirineke hin bêtir kûr dane destpêkirin. Di salên 90'î de bi ser navê ewlehiyê hemû gundên Kurdistanê vala kirin û şeniyên herêmê koçberî metrepolan kirin. Çanda kurd, xwezaya kurd, zimanê kurd û tiştê ku bi ser navê kurd tê pênasekirin weke hedef nişandan û xwestin ku ji holê rakin. Di van salên dawî de jî xwezaya Kurdistanê ji rantê re vekir. Ewilî dişewitandin lê xwezayê xwe ji nû ve zindî dikir. Lêbelê di vê pêvajoya dawî de bi destê cerdevanan bi hinceta ewlehiyê daran dibirin. Ji bo ku dar şîn nebin serî li vî rêbazî dan. Ev şer şerekî bêdeng e. Bi şerê taybet vê qirkirinê pêk tînin. Heta niha ev şerê xwe yê taybet bi binçavkirinan, girtinan û sirgûnkirinan bi rê ve dibirin, lê rêbaza xwe guherandin û dest bi qirkirina xwezaya Kurdistanê kirin. Niha qadên Besta, Gabar, Cûdî û gelek herêmên din ji rantê re vekirine. Xwezaya me bi ser navê bazirganiyê pêşkeşî hevalbendên xwe dikin.”
 
'DEMA MIJAR BÛ KURDISTAN HERKES KER Û LAL DIBE'
 
Başak, bêdengiya  qirkirina li dijî xwezaya herêmê rexne kir û wiha berdewam kir: “Kesên ku xwe weke sosyalîst û xwezaparêz bi nav dikin dema ku mesele dibe xwezaya Kurdistanê ji wê nasnameya xwe dûr dikevin û dibin tiştekî din. Di bîrdoziya me de xweza ne mal û milkê kesê ye. Xweza ya hemû mirovahiyê ye. Ne li Akbelenê, li ku dera cîhanê dar bên birîn xweza bê tunekirin divê ku em bertek nîşan bidin. Lê mixabin ew kesên ku xwe weke sosyalîst û ekolojîparêz nîşan didin wexta ku mijar bû xwezaya Kurdistanê ker û lal dibin. Li dijî qirkirina xwezaya herêmê me çend çalakî jî li dar xistin,lê nekete rojeva hin kesan. Ev jî qelsbûna me radixe berçavan. Her wiha gundê me yê Bilbêsê jî ev çend roj in di bin dorbêça leşkeran de ye. Em çûn wê derê me lêkolîn kirin û gundî guhdar kirin. Me li wir jî dît ku bi zanebûn dar hatine şewitandin û xwezaya gund texrîbateke mezin ditiye.”
 
‘KURD BEYÎ XWEZAYÊ NIKARIN BIJÎN’
 
Başak, bi lêv kir ku li dijî talana li ser xwezayê ew ê rêbazên tekoşîna xwe biguherînin û mezintir bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurd û xweza bêyî hev nikarin. Bi hevre tên pênasekirin. Kurd bê xweza nikarin bijîn. Di dîrokê de kurd her tim xwedî li xwezaya xwe derketine. Di çanda wan a kevnare de nêçîr tune bû. Çimkî kurd xwezayê pîroz dibînin. Çawa ku tu masiyê ji avê derbixînî nikare bijî, kurd jî bêyî xwezayê wisa ne. Weke Partiya Çepên Kesk dê li dijî vê qirkirinê hewledanên me hebin. Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê em ê li dijî qirkirina xwezaya xwe bêdeng nemînin û xebatên xwe bidin destpêkirin.” 
 
ÇAVKANIYÊN HERÊMÊ TUNE BÛN 
 
Hevseroka Partiya Çepên Kesk a Şirnexê  Gulsum Atak jî bi lêv kir ku li gel destpêkirina talana xwezaya herêmê gelek çavkaniyên herêmê jî tune bûn û wiha got: “Di van sê salên dawî de hem qadên daristanê hatin şewitandin û hem jî birîna daran hate destpêkirin. Ewilî digotin em daristanan traş dikin. Lê ev nerast derket û birîna daran li her deverê herêmê dane destpêkirin.Êdî negotin ev dar dara fêkiye, yan jî tişteke dine bi giştî dest bi birîna wan kirin. Di vê qirkirinê de gelek ajal bi zindî şewitîn. Darên me yên kezwana pir bûn. Me hem qehwe û hem jî sabûna xwe bi kezwanan çêdikir. Lêbelê li gel vê talanê êdî kezwan nayên peydakirin. Guhişk hebûn, fistiqên me hebûn, qarçînên me hebûn. Lê hemû ji destê me çûn. Rezên me hene. Lêbelê çûyina wan deran ji me re qedexe ye. Heywanên me hene em nikarin bibin biçerînin. Ev der ji hin kesan re qedexe ye lê ji kesên maden, petrolê digerin û daran dibirin re vekirî ye. Ev bêdengiye bes e. Divê ku bi taybetî jî em jin li dijî vê qirkirinê dengê xwe bilind bikin. Ew dengê ku li Akbelenê bilind dibe divê ku li Cudî jî bilind bibe û em bi hevre xwedî li xwezaya xwe derbikevin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût - Mehmet Guleş