Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin

img

ÎZMÎR - Komîteya Hawirdorê ya Îkîzkoyê, ji ber talana li Akbelenê giliyê rayedarên şîrketê, waliyê berê û Midûrê Giştî yê Daristanan kir.

Berxwedana li dijî birîna daran a li Daristana Akbelen a navçeya Mîlas a Muglayê berdewam e. Komîteya Hawirdorê ya Îkîzkoyê ji ber qirkirina li Akbelenê tê kirin, derheqê xwediyên LÎMAK-Îçtaşê Nîhat Ozdemîr, Îbrahîm Çeçen, CEO’yê şîrketê Serhat Dînç, Midûrê Giştî yê Daristanan Bekîr Karacabey û Waliyê Mûglayê yê berê Orhan Tavli de li Serdozgeriya Komarê ya Mîlasê bi sedemên “hewldana parçekirina yekparetiya dewletê ya bi welat û miletê xwe re” û “Qelskirina serweriya dewletê û xerakirina yekitiyê” serlêdana sûc kir.

Komîteya Hawirdorê ya Îkîzkoyê têkildarî serlêdana sûc li qada berxwedanê ya Akbelenê daxuyanî da. Daxuyanî, ji hêla parêzerê gundiyan Îsmaîl Hakki Atal ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo komira Santrala Termîkê 88 hezar donimên çandiniyê, 40 hezar donimên zeytûngehê û 80 hezar donimên daristana çamê tên tunekirin.

Atal, da zanîn ku dê têkoşîna wan heta dawiyê bidome.