Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir

img
AMED - Şewata li gundê gundê Bamitnî yê Liceyê dest pê kiribû îro di danê sibehê de hatibû vemirandin lê hat zanîn ku şewatê dîsa dest pê kiriye. 
 
Duh di saetên serê sibehê de li gundên Gom û Bamitnî yên girêdayî navçeya Lice ya Amedê şewat dest pê kiribû. Ji ber ku mudaxileyeke baş nehat kirin, şewat demek piştre heta gundê Antaxê berbelav bû. Piştî mudaxileya şêniyên gund û komên agirkujiyê, ber bi saetên serê sibehê ve hatibû vemirandin. 
 
Lê belê hat zanîn ku şewata li gundê Bamitniyê dîsa dest pê kiriye. Şêniyên gund dîmen kişandin û di dîmenan de tê dîtin ku dû ji daristanên gund bilind dibe. Gundiyan got ku şewat saetek berê dest pê kiriye lê rayedaran tu mudaxile nekirine.