Kizildere: Krîza avhewayê bandoreke neyînî li Kurdistan û Tirkiyeyê dike

img
WAN - Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere, anî ziman ku di serdemeke germa hewayê û krîza avhewayê bandoreke neyînî li Kurdistan û Tirkiyeyê dike de xweza tê talankirin. 
 
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Menekşe Kizildere û Serokê Komeleya Parastina Berhemên Dîrokî û Derdorê ya Wanê Alî Kalçik têkildarî texrîbkirina xwezayê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xistin.  
 
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere da xuyakirin ku krîza avhewayê îsal bandoreke gelekî giran li Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye û anî ziman ku pirsgirêka avhewayê her tim ji aliyê hikûmetê ve weke pirsgirêkeke aborî û mijareke ku jiyana mirovan eleqedar nake digire dest. 
 
‘JI BO TALANA EKOLOJÎK AMADEKARÎ HENE’  
 
Kizildere, anî ziman ku pirsgirêka avhewayê rast e rast bandorê li jiyana wan dike û wiha got: “Em dibînin ku di demeke ku pirsgirêka avhewayê wiha bandorê li Kurdistan û Tirkiyeyê bike de daristan tên qetilkirin. Hêj jî tevî li Besta, Gabar, Cûdî, Licê û Xîzanê daristan tên birîn jî roj bi roj bi şewatên biçûk, talaneke cidî ya daristanan tê kirin. Me xwest qadên birîna daran û şewatê lêkolîn bikin. Lê bi hinceta herêma leşkerî ye em negihiştin hin cihan. Me tenê karî biçin gundên çiyayî. Me tespît kirin ku daristanên tên birîn li ku û çawa tên birîn. Me tespîtkirin ku şewat çawa û bi destê kê tên derxistin. Em ê van rapor bikin. Me dît ku ev qadên şewatê şibiyane qadên madenê. Ji xwe li qadên bê daristan dihêlin rê çêdikin. Tê îdiakirin ku şewatên li qadê bi hinceta ewlehiyê tên derxistin lê li biniya hemû qadên tên şewitandin kaleqol hene. Ji ber vê yekê li Kurdistanê amadekariyeke talana ekolojîk a cidî heye. Em dizanin rûxsatên madenê gelek biha bûne. Ev şewat amadekariya pêş a talana ekolojîk e.”
 
Serokê WAN ÇEV-DER’ê Alî Kalçik, xwest ku li dijî qirkirina xwezayê bergirî bên girtin.