‘Sosyalîzma ekolojîk, çareseriya li dijî rûxandina ekolojîk e’

img
STENBOL - Ji Zarokên Xwezayê Beyda Ceylan got ku şewatên li Çiyayê Cûdî tên rewakirin û wiha got: “Qirkirina li Akbelenê jî bi hevkariya sermayeyê tê kirin. Tekane çareseriya li dijî rûxandina ekolojîk, sosyalîzma ekolojîk e.” 
 
Li her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê daristan pêşkeşî sermayeyê tên kirin û bi destê şîrketan tên talankirin an jî dibin hedefa polîtîkayên şer. Ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîna gel a li hemberî îktîdara AKP’ê didome ku hewl dide bêhnê li mirov û xwezayê biçikîne û ekolojiyê talan dike. Ji Zarokên Xwezayê Beyda Ceylan got ku li dijî rûxandina ekolojiyê mijara herî girîng, têkoşîna birêxistinkirî ya gel e. 
 
Ceylan, got ku serma ye û dewlet di nava hev de ne û wiha got: “Mînaka vê ya herî baş di dema protestoyên li Akbelenê de derket holê. Heke karê sermayê çêbibe, dewlet jî jê kar dike. Lewma tiştekî asayî ku hev biparêzin. Rûxandina ekolojiyê ya li Kurdistanê pir bi dijwarî tê kirin. Ji ber ku li wir di heman demê de gelê kurd heye ku bindest e. Dewlet li vê derê polîtîkaya ‘ewlehiyê’ dike hincet û rewa dike. Lê li Akbelenê pir bi eşereyî derket holê bê ka dewlet kîjan alî digire. Anku bi gelê tirk re jî nîne. Dewlet, dewleta sermayê ye. Lewma şewata li Cûdî venamirînin û nahêlin bê vemirandin. Ji ber ku ji bo berjwendiyên sermayeyê pêdivî bi qolên daristanan heye. Dewlet jî van difiroşe. Her wiha dişewitîne û dibe sedema koçberiya gel. Ev jî dibe sedem ku xelk ji çand û xaka xwe bibe.” 
 
‘XELASÎ, SOSYALÎZMA EKOLOJÎK E’ 
 
Ceylan, da zanîn ku krîza avhewayê bi lîtkeyên ekolojiyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi biryarên CEO’yên şîrketan çareser nabe û wiha bi dawî kir: “Xelasî, sosyalîzma ekolojîk e. Pêdivî bi pergal û guherîneke civakî heye. Ev 30 sal in serokên dewletan û CEO di lûtkeyên NY’ê de dicivin û biryaran didin. Lê di halê hazir de ji qonaxa derketina ji karbonê berdin, şîrketên mezin ên weke ‘Big Oil’ê biryara zêdekirina petrolê dane. Anku ev pirsgirêk bi peymanên dewlet û şîrketên kapîtalîst çareser nabe. Herî zêde ev gel ji krîza avhewayê bibandor dibe û divê ew bikeve nava tevgerê û bi avakirina jiyaneke civakî biguherîne. Divê têkoşîna ekolojiyê ji siyasetê dûr neyê destgirtin. Sermaye, xwezayê weke qadeke mêtingeriyê dibîne.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû