Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin

img
ENQERE - Rêxistinên girseyî yên demokratîk li dijî tunekirina daristan û zeytûngehên Akbelen û Dîkmeceyê hatin ba hev û wiha gotin: “Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin. Banga me ew e ku hemû projeyên ziyanê didin xwezayê bên betalkirin.” 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Tirkiyeyê Nûnertiya Herêma Anatoliyaya Hundir, Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Enqereyê, Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB), Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO), Odeya Bijîşkên Diranan a Enqereyê, Komîsyona Ekolojiyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komîsyona Avhewayê, Partiya Demokratîk a Gelan ()HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), berxwedêrên Akbelen û Dîkmeceyê û gelek rêxistinên din bi mebesta qirkirina daristan û zeytûngehan li pêşiya TMMOB’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Em berxwedêrên Îkîzkoyê silav dikin, em ê daristanên Akbelenê nedin” û “Li Akbelenê emê rê nedin komirê” hatin hilgirtin. Her wiha dovîzên “Ji Akbelenê ta Cûdî, ji Cûdî heta Dîkmeceyê em di serhildanê de ne di şînê de ne”, “Dest nede Akbelenê” û “Lîmak destê xwe ji Akbelenê bikişîne” hatin rakirin. 
 
‘LI AKBELENÊ DAR BIRÎN, LI CÛDÎ ŞEWITANDIN’
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Enqereyê Saît Alî Korkmaz axivî û wiha got: “Polîtîkayên aboriyê yên ku xweza û hemû nirxên çandî ji bo sermayeyê weke amûra komkirinê û rantê dibîne, bi awayekî bêrehm tê meşandin. Qadên jiyanê tên tuneirin. Bi roja ye li Akbelenê daran dibirin û li Cûdî jî dişewitînin. Tevî hemû bertekan jî nehiştin kesek mudaxileyî vemirandina şewatê bike. Qadên daristanan ji ber şewatan tune dibin û li hêla din jî komkujiyên bi mebesta rantê jî didomin. Qadên daristanê yên Akbelenê weke qadên madenê hatin nîşandan. Jiyana zindiyan a li vir tê tunekirin û ev jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Dê ji ber vê madenê erdnîgarî biguhere, çavkaniyên avê bên tunekirin û ziyanên jêneveger bên kirin. 
 
'MADENVANÎ MÊTINGERÎ YE’
 
Korkmaz, ev feraseta madenvaniyê, ne cureyekî hilberandinê lê felaiyeteke mêtingeriyê ye. Kormaz, wiha pê de çû: “Madenên wan mîna xwezayê, xelk û xwezaya me jî tune dike. Em bangî wan dikin; destê xwe ji Akbelenê bikişînin! Hemû projeyên ziyanê didin xweza û mirovan betal bikin.” 
 
Ji berxwedêrên Îkîzkoyê Nejla Işik, ji gundê Dîkmece yê Antakyayê Hasan Ozgur, endamê Koalîsyona Edaleta Avhewayê Bulent Buyukbozkir û li ser navê Yekitiya Ekolojiyê Halîme Şaman jî piştî daxuyaniyê axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku dê Akbelenê radestî tu kesan nekin û dê xwedî li daristan û zeytûngehên welatê xwe derkevin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Dest nede hewa, av û axa min” bi dawî bû. 
 
Xelkê Akbelen û Dîkmeceyê piştre jî çûn Meclisê. Dê bi partiyên siyasî re hevdîtinan bikin û piştre vegerin qadên berxwdanê.