Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye

img
DÊRSIM - Ji Polen Ekolojiyê Meltem Îlayda Eroglû diyar kir ku bi xebatên lêgerîna maden re xetere li ser Çemê Munzurê û Hewzeya Firatê çêbûye. Eroglû, got ku divê têkoşîna ekolojîk a li dijî vê rewşê bê birêxistinkirin. 
 
Di sala 2019’an de li Dêrsimê ji bo qadeke 43 hezar û 500 hektaran ruxseta madenê hate dayîn. Gundê Merxo yê girêdayî navçeya Pilemûriyayê jî weke qada yekemîn a ruxsetê hate diyarkirin. Xebatên lêgerîna madena zêr ên li vê herêmê didomin. Siyanûra di dema xebatên lêgerîna zêr de derdikevin, ji hêla Şîrketa Anonîm a Madenvanî Pîşesazî û Bazirganiyê ya ku şîrketa hevpar a Madenvaniya Lîdyayê û ev kom jî ya SSR Mining a navenda wê Kanada û Koma Çalikê ye, li Firata li navçeya Pişadî ya Erzînganê tên rijandin. Ji Polen Ekolojiyê Meltem Îlayda Eroglû ku tev li 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bûbû û çavdêriya herêmê dikir, têkildarî qada madenê û bandora wê ya li herêmê axivî. 
 
Eroglû, anî ziman ku qada madenê bi qasî 800 metreyan ji Çemê Munzurê dûr e û got ku heke siyanûr bikeve nav çem, xetereyeke mezin li ser Hewzeya Firatê çêdibe. 
 
DÊ BANDORÊ LI HEWZEYA FIRATÊ BIKE
 
Eroglû, bi bîr xist ku li Hewzeya Firatê cara ewil bi salan berê li dijî projeya GAP’ê têkoşîn hate destpêkirin û wiha got: “Madena zêr a li navçeya Îlîçê xetereyeke mezin e. Li vir siyanûr dikeve nav ava me, axa me û hewayê me. Ev projeya madenê bi xwe re gefa birîna ava Munzurê tîne. Heke ava Munzurê bê qutkirin jî ev tê wateya tunebûna hewzaya Firatê û Çemê Firatê. Anku dê Hewzeya Firatê ji vê bibandor bibe. Li Munzurê cureyên masî û gihayên endemîk hene. Her wiha pezkovî hene. Li ser van jî gef çêdibe. Bi vê projeya madenê re xelk dê bêmilk bimîne. Erdnîgarî dê vala bibe. Piştî ku ax jehrî bû û xelk bêmilk ma, dê xelk neçarê van şîrket û projeyan bibe. Piştre jî dê laşê kesên di van şîrketên madenan de dixebitin jehrî bibin. Dê bi penceşêrê bikevin. Em bi gefeke wiha re rû bi rû ne.” 
 
Bi domdarî Eroglû bi lêv kir ku ew têkoşîna xwe li erdnîgariya Kurdistanê didomînin û wiha pê de çû: “Em bi zîhniyeteke faşîst re rû bi rû ne. Kesên xwedî li rojavayê welêt derdikvin, ji bo Kurdistanê heman tiştî nakin. Şewatên li Çiyayê Cûdî, darên li Şirnexê bi hinceta ewlehiyê tên birîn, darên li Hewselê tên birîn, pirsgirêka asbestê ya li Semsûrê nîşanî me didin ku li Kurdistanê pirsgirêkeke ekolojiyê heye.”
 
TÊKOŞÎNA EKOLOJIYÊ YA LI KURDISTANÊ 
 
Ekolojîst Eroglû, destnîşan kir ku bingeha cihêkariya li herêmê faşîzm e û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê têkoşînê de li rojavayê welêt sermaye derdikeve pêş û li Kurdistanê jî îktîdar. Qirkirina ekolojiyê ne tenê birîna daran û jehrîkirina avê ye. Di heman demê de bêmirovhiştina xwezayê, mayîna goristanan a di bin avê de, tunekirina ziman û tenduristiya gel e. Çi têkoşîneke ekolojiyê ya li Kurdistanê tenê têkoşîneke ekolojiyê nîne. Di heman demê de pirsgirêka çand, pêşeroj, ziman û mezhebê ye. Têkoşîna ekolojiyê ya li Dêrsimê ne bi qasî hêjayî Dêrsimê ye. Ev bû 2-3 sal ku têkoşîneke hêdî heye. Divê têkoşîna ekolojiyê bê birêxistinkirin ku gel kirdeya wê têkoşînê be. Nexwe mimkin nîne ew têkoşîn bi ser keve. Lewma heke gel xwedî li xak û ava xwe derkeve, wê demê ji bilî serkeftinê tu rêyên din namînin.” 
 
MA / Mujdat Can