Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin

img
ENQERE - Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin. Komîsyonê da zanîn ku armanca wan ew e ku li dijî rûxandina ekolojiyê, bi perspektîfeke hevpar têbikoşin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Komîsyona Ekolojiyê ava kir. Endamên komîsyonê ji bo ragihandina deklarasyona komîsyonê li Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla endama komîsyonê Tugba Kahraman ve hate xwendin. Kahraman got ku armanca komîsyonê ya esasî ew e ku li dijî rûxandina ekolojiyê, parastina mafên bingehîn ên mirov û hemû zindiyan in. 
 
Kahraman, anî ziman ku di rewşa siyasî ya heyî de mafên aborî û civakî yên mirovan bêkêr hatine hiştin û wiha bi dawî kir: “Lewma mafê jiyaneke li hawirdoreke bitendurist tenê weke sozeke vala tê dayîn. Komîsyona ekolojiyê jî dê bi perspektîfeke hevpar tevbigere û têbikoşe. Weke komîsyona ekolojiyê em ê li hemberî talankirina ekolojiyê bêdeng nemînin.”
 
Endamên komîsyonê, Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç û endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, piştî daxuyaniyê qurdeleyên reş ên bi nivîsên “Cûdî-Dîkmece”, “Dest nede Akbelenê” û “Em serî hil didin-di şînê de ne” bi darên li pêşiya komeleyê ve hilayîstin.