‘Divê gel li dijî talana xwezayê bên bahev’

img
DÊRSIM - Endamê Lijneya Rêveberiya MALÇEP’ê Hasan Kaya diyar kir ku qirkirina ekolojîk encama polîtîkayên şer e û wiha got: “Divê em weke gelên ji qirkirina xwezayê zirar dibînin bên bahev. Ev şerekî li dijî civakê ye.”
 
Talana ekolojîk a bi bendav, qereqol, qeleqol û rêyên ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li Kurdistanê bi konsepta "ewlekariyê" hatine çêkirin destpê kir, bi Santrala Hîdroelektrîk (HES), Santrala Jeotermal (JES), Santrala Enerjiya Ba (RES) re li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Ji bilî van hemûyan AKP’a ku qadên heşîn ji madenan re vekir, bi polîtîkayên xwe yên li dijî xwezayê yên desthilata xwe ya 21 salan re talana ekolojîk kûrtir kir. 
 
Endamê Lijneya Rêveberiyê yê Plaftorma Hawirdoriyê ya Meletiyê Hasan Kaya ku tev li 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûr a bi dirûşmeya “Em li dijî talana madenê xweza û jiyanê diparêzin” li Dêrsimê pêk tê bû, anî ziman ku talana ekolojîk ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye. 
 
‘DIVÊ CÛDÎ Û AKBELEN HEVKARIYÊ BIKIN’ 
 
Kaya, diyar kir ku talana xwezayê li çar aliyê welat didome û bal kişand ku di serî de li Cûdî, Dêrsim, Meletî, Erzîngan, li Artvîn û Akbelenê qirkirina xwezayê didome. Kaya, destnîşan kir ku li dijî talana di bin navê ‘taybetkirinê’ de tê kirin divê li gelek noxteyan bi taybetî li Cûdî û Akbelenê têkoşîneke hevpar bê meşandin. 
 
‘MIROV TÊN JEHRÎKIRIN’ 
 
Kaya, diyar kir ku piştî sala 2000’î ‘taybetîkirinê’ rê li ber talankirina xwezayê vekir û anî ziman ku guhertinên di qanûna madenê, qanûna îmarê, qanûna axê de hatin kirin, hewldana guhertina avhewayê li hin nuqteyan û bi guhertina qanûna avê rê li ber talankirina xwezayê vekir. Kaya, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev şerekî li dijî civakê ye. Divê em ji vî şerî re bêjin bes e. Rêya vê jî di têkoşînê re derbas dibe.”
 
Kaya, destnîşan kir ku divê perwerdeya ekolojîk ji dibistana seretayî heta lîseyê li welêt bê dayîn û got: “Dema em vê yekê bikin, em dikarin pêşî li vê talan, vê jehrkujiyê, vî agirî bigirin. Mirovên me ji bo rantê tên jehrkirin.”
 
‘DIVÊ EM JI ŞER RE BÊJIN BES E’ 
 
Kaya, got ku “Her çend kêm be jî şerek berdewam dike” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê li dijî vî şerî jî mirov bibin yek. Rêya vê jî di têkoşîna ekolojîk re derbas dibe. Têkoşîna ekolojiyê bûye têkoşîna bingehîn a jêveneger a welat. Em bi têkoşîna ekolojîk dikarin bibin yek û vî şerî bi hev re bidin sekinandin. Hemû çavkaniyên vî welatî ji şer, tundî, çek, êriş, leşker, polîs û operasyonên leşkerî re tê xerckirin. Pêşiya vê encax bi têkoşînê re dikare bê sekinandin.”
 
MA / Mujdat Can