Kesên ji bo vemirandina şewata li Merîwanê çûn herêmê hatin binçavkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata li daristanên Merîwanê derketî berdewam e û 5 kesên dixwestin agirî vemirînin hatin binçavkirin. 
 
Li herêmêke çoltar a bajarê Merîwanê ya rojhilatê Kurdistanê ku daristanên Zagrosê jî di nav de ne, şewat derketibû û hêj berdewam e. Ji bajarên Rojhilat bi sedan kesan ji bo vemirandina şewatê berê xwe dan herêmê. Lê belê ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatin astengkirin. Welatiyên bi navên Azad Rouhî, Laîgh Ahmadî, Sarkawt Ebadî, Alan Ardashîrî û Delîr Mohammadî yên ji bo vemirandina agirî çûn herêmê, hatin binçavkirin. Nayê zanîn bê ka kesên binçavkirî li ku tên ragirtin.  
 
Şewata li herêmê bi roja ye didome û heta niha qadeke bi sedan hektaran şewitî ye. Hat zanîn ku ji bo vemirandina şewatê rejîma Îranê nahêle kesek mudaxele bike.