Ji Îkîzdereyê heta Îkîzkoyê jin li ber xwe didin

img

MÛGLA - Jinên ku ji bo qadên jiyanê yên ji Îkîzdere heta Îkîzkoyê li dijî talanê li ber xwe didin, diyar kirin ku ew ê dest jê bernedin û têkoşîna ekolojiyê bidomînin.

Di demeke ku krîza avhewayê ya global xwe bi bûyerên giran ên hewayê û karesatan dide hîskirin de, li her devera Tirkiye û Kurdistanê talana ekolojîk bê navber dewam dike. Zeviyên çandiniyê, daristan, çem û derya dibin hedefa talanê, di heman demê de welatî li dijî vê talanê berxwedana xwe mezin dikin. Jin dîsa li çeperên herî pêş ên berxwedanê ne. Ji Dayika Hawa ku li dijî 'Rêya Kesk' li ber xwe da, heta bendavên li Kurdistanê, heta Heskîfê, ji talankirina baxçeyên zeytûnan û daristanên li Egeyê heta talankirina Daristanên Bakur, jin li dijî sermayedaran sekinîn. Jinên ku xwe li ber maşîneyên kar kirin mertal, li gelek cihan pêşî li talanê girtin û bûn sembola berxwedanê. 
 
Niha jî jinan ji bo Daristana Akbelenê ya li navçeya Mîlasê ya Mûglayê li dijî kana komirê biparêzin çalakî li dar xistin. Em li ser têkoşîna ekolojiyê ya jinan bi Nejla Işik re ku beriya 4 salan li pêşiya berxwedana Akbelenê bû û ev 2 sal in bi konan nobetê digire û Aslihan Kahraman Eren ku li Îkîzdereya Rîzeyê li dijî kana keviran a Cengîz Holdîngê li ber xwe da û niha jî destekê dide têkoşîna Akbelenê axivîn. 
 
‘MIN SOZ DA JINAN’ 
 
Nejla Işik a ji Îkîzkoyê anî ziman ku birîna daran ew gelek êşandiye û wiha got: “Tevî xwest bigirîm jî min nekarî bigirîm. Ji bo min soz da zarokên xwe û jinan ez hewl didim li ser piyan bimînim. Min got ‘ez ê vê derê heta dawiyê biparêzim’. Dewletê daristana me ji destê me girt. Leşkerên xwe li vir kom kirin û bi tundiya li me kirin Daristana Akbelenê dan birîn. Lê em ê axa xwe nedin madenê. Teqez hêj tiştek xelas nebûye. Esas têkoşîn niha dest pê kir. Ev der dê bi awayekî bimîne. Heke em îro bikevin herkes dê bikeve. Em li dijî şîrketê 4 sal in li ber xwe didin, em ê berxwedana xwe bidomînin.”
 
‘JIN DEST JÊ BERNADIN’ 
 
Işik, destnîşank kir ku ji ber jin gelek wêrek in û ji tu tiştî natirsin li pêş têkoşîna ekolojiyê cih digirin û wiha berdewam kir: “Bên binçavkirin jî bi copan lê bidin jî gaza îsotê lê bikin jî natirsin. Jin qiymetê axê dizanin. Heke ax biçe wê jiyan jî biçe. An ku tiştekî ku jin winda bikin nîne. Jin weke feraseta mêr axê tenê weke pere nabîne. Weke zarokê xwe û dilê xwe li axê û daran dinêre. Jin dê li eniya herî pêş a têkoşînê bin. Ji dest jê bernadin. Bila dest ji axa me û darên me berdin.”
 
Aslihan Kahraman Eren a ji Îkîzdereyê jî diyar kir ku di çalakiyên wan ên dema berxwedana Akbelenê de hêzeke zêde hate bikaranîn û wiha got: “Min fêm kir ku li welat qanûn bi cih nayên û ewlehiya me nîne. Gava ez cara ewil hatim vir, min dît ku darên li kêleka herêma ku kon lê hatine vedan hatine birîn. Dema ew kêlî hat hişê min, min êşa di ling û milê xwe de hîs nekir. Min ew êş zêdetir di dilê xwe de hîs kir.”
 
JIN PÊŞENGÊN BERXWEDANÊ NE
 
Eren, destnîşan kir ku tu tişt nîne hêza yêkitiyê têk bibe û da zanîn ku li bajarên cuda yên Tirkiyeyê her tim heman pêvajo jiyane. Eren, bi lêv kir ku li Îkîzdereyê jî qasî mehekê Rewşa Awarte (OHAL) hate îlankirin û wiha berdewam kir: “Heta ku li nasnameyên me ne dinêrîn me nedikarî bikevin gundên xwe. Kesên Îkîzdere li nasnameya wî nedinivîsî nedigirtin gund. Me pêvajoyên herî giran li wir jiyan. Lê dema ku di têkoşîna ekolojiyê de li jinan dinerim, hêza jinê, berxwedana wan, têkoşîna wan a hebûnê û têkoşîna wan a man û nemanê dibînim. Ew jin bûn ku rê girtin, bi hemû hebûn û hêza xwe xwe bi pêş ve birin. Em bang li jinên mehkûmî tinebûnê ne dikin ku bi wêrekî tevbigerin, bi me re di nava piştevaniyê de bin, werin aliyê me û di têkoşîna hebûnê de bi hev re bin.”
 
MA / Tolga Guney