Payîzê Dêrsim bi rengên sor û zer xemiland

img

DÊRSIM – Xwezaya Dêrsimê bi hatina demsala payîzê rengên xwe veguherand sor û zer.

 
Li Dêrsima ku bi piranî operasyonên leşkerî, talana xwezayê ya bi bendavan û şewitandina daran tê rojevê, bi hatina demsala payîzê re dîmenên balkêş derketin holê. Li Geliyê Mûnzûr, Çiyayên Mûnzûr, Kaniyên Mûnzûr, Daristanên Salordekê û Geliyê Mercanê daran rengên pelên xwe veguherandin kesk, sor û zer. Her kesên ku rêya wan ber bi van dîmenên xweşik dikeve, bi xwezayê re dîmenan dikêşin û parve dikin. Xwezaya ku bûye baxçeyê rengan bandoreke efsûnî li ser kesên ku tên û wan deran dibînin çêdike. 
 
* Hîvda Tekkaynar - Rojnameger