MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye

img
MELETÎ - MAL-ÇEP’ê diyar kir ku li navçeya Îlîç a Erzingahê felaketa xwezayê pêk hatiye, 20 ton siyanür rijiyaye ser ax û avê û xwest Madena Çopler Altin bê girtin. 
 
Platforma Hawirdorê û Çandê ya Meletiyê (MAL-ÇEP) têkildarî teqandina xeta siyanura aydê Madena Çopler Altin ku şirîkê Holdîng Kanada û Çalikê ye, ya li navçeya Îlîç Erzinganê rijiyabû ser ax û avê, li ber PTT’a Meletiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Firatê jehrî nekin, Firatê paqij bihêlin” hat vekirin. 
 
‘DIVÊ EW ŞIRKETA MADENÊ WERE GIRTIN’ 
 
Berdevka MAL-ÇEP’ê Gul Erdogan daxuyanî da û da zanîn ku ev ne cara ewil e li wir siyanur diteqe û dikeve nava avê û di du mehên dawî de cara duyem e ku ev pêk tê. Erdogan got piştî felaketa ewil divê biryara sekinandina wê şirketê bihata dayîn. Erdogan destnîşan kir ku felaketa xwezayê pêk hatiye, 20 ton siyanür rijiyaye ser ax û avê û xwest Madena Çopler Altin bê girtin. Erdogan diyar kir ku ji van bobelatên xwezayî ew saziyên ku destûra wan şirketan didin berpirsiyar in.