Şewata li Marmarîsê didome

img
ÎZMÎR - Şewata li daristaneke li navçeya Marmarîsê derket tevî mudaxileyan jî 4 roj in didome. Hate diyarkirin ku qadeke nêzî 3 hezar 417 hektar şewitî ye. 
 
Şewata di êvara 21’ê hezîranê de li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê dest pê kir tevî hemû mudaxileyên ji bejahî û hewayî jî nayên kontrolkirin. Li herêma ku ba bandorê dike şewat belavê qadeke fireh bû. 
 
JI BO TESÎSA BERMAYIYAN KORÎDOR HATE VEKIRIN
 
Li gorî daxuyaniya dawî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mûglayê şewat heta nêzî Tesîsên Depokirinê yên Bermayiyan a li Yeşîl Beldeyê bûye û li dijî vê yekê korîdora ewlehiyê hatiye vekirin. 
 
ŞEWAT MEZIN DIBE
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şewat ber bi navçeya Îçmeler ve diçe û wiha hate gotin: “Şewat ji bakur ber bi başûr ve mezin dibe. Du û xwelî gihişt navenda Marmarîsê. Her wiha rêya Datça-Marmarîsê ji trafîkê re hate girtin.”
 
Şewata li Marmarîsê berdewam e û mudaxileya tîman a ji bejahî û hewayî berdewam dike. 
 
Hate diyarkirin ku li gorî hejmarên ne fermî qadeke nêzî 3 hezar û 417 hektar zirar dîtî ye.