‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’

img
ÇEWLIG - Rêxistina HDP’a Çewligê ku li dijî santrala termîkê ya tê plankirin li gundê Xelîfan ê navçeya Kanîreşê were çêkirin daxuyanî da, anî ziman ku parastina xwezayê berpirsyariyeke miroviye û wiha got: “Em naxwazin xwezaya me were qirêjkirin.”
 
Bertekên li dijî santrala termîkê ya tê plankirin li gundê Xelîfan ê navçeya Kanîreşa Çewligê were çêkirin didomin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê, li cihê ku santral dê lê were çêkirin daxuyanî da û diyar kir ku li herêmê naxwazin santrala termîk were çêkirin. 
 
Endam Meclisa Gişti ya Bajar a Çewlike yê HDP’i Îmdat Morsumbul, da zanîn ku santral ji bilî çavkaniyên avê wê zirarê bide xwezayê jî û wiha got: “Rêxistinên sivîl ên civakî û welatî dixwazin mafê xwe yê demokratîk bikarbînin û proje betal bibe. Em parastina hevsengiya xwezayê weke peywîr û berpirsyartiyeke mirovî dibînin û dixwazin diyar bikin ku li dijî vê santralê ne. Em naxwazin xweza û ava me bê qirêjkirin.”
 
Li aliyê din hate diyarkirin ku Miduriyeta Giştî ya Saziya Kargehan a Komirê ya Tirkiyeyê, pêvajoya îhaleyê ya santrala termîk a li gund were çêkirin daye destpêkirin. Li gorî ragihandina miduriyetê îhaleya bi usula rodovansê bê kirin wê îro pêk were. Berdelê îhaleya ku hate ragihandin 15 milyon lîre ye. Gundiyan diyar kir ku têkildarî îhaleyê agahî negirtine ka pêk hatiye an na.