Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne

img
ÇEWLIG - Welatiyên li dijî santrala termîk ku dê li gundê Xalefan ê navçeya Kanîreşê îhaleya wê were çêkirin derketin, diyar kirin hem ekolojî hem jî dê ew zirareke mezin bibînin. 
 
Dema ku tahrîbatên bendav û santralên hîdroelektrîkê ên piştî salên 1990’î li Çewlikê hatin çêkirin didomin, tê xwestin bi santralên termîk ên nû re qadên cûda bên tunekirin. Li gundê Xalefan ê navçeya Kanîreşê tê xwestin santraleke termîk a dikare hevsengiya ekolojîk a bajêr bi temamî biguherîne, bê avakirin. Ji bo santrala elektrîkê ya li gund bê çêkirin, ku tê texmînkirin 80 mîlyon ton komir tê de ye, wê di 7’ê Hezîranê de îhale, ji aliyê Saziya Kargeha Komirê ya Tirkiyeyê ve bê kirin. 
 
Li qada ku tê xwestin santrala termîk lê were avakirin, ji bilî Çemê Gornuk mêrg, baxçe û erdê çandiyê yê gundiyan heye. Tê payîn ku heke santral were avakirin wê toz di serî de zerarê bide jîngeha gundê Xalefan û paşê bide jîngehên gundên Hacyon, Ayzon, Aynîk, Sîgik, Kizilagaç, Sagnîs, Kurik, Çatak, Gomîşon, Karabalçik, Sîxi, Boran, Bahçekoy û Çirrik.  Her wiha tê diyarkirin ku Çemê Gornuk ku ava vexwarinê ya navenda Çewligê jê tê jî zerarê bîbîne. Şêniyên Xalefan û gundên derdorê ji ber wê bibe sedemê talankirina xwezayê, naxwazin santral were çêkirin. 
 
HILWEŞANDINA XWEZAYÊ 
 
Muxtarê gundê Xalefanê Salîh Bakan, bi lêv kir ku wê santral bandorê li temamê Çewligê bike û wiha got: “Wê bi santrale xweza were tunekirin. Bi HES û bendavên heta niha hatine çêkirin erdnîgariya me hate talankirin. Çandinî qediya ye û sewalkarî jî li ber qedandinê ye. Komirê ku tê xwestin ji vir bê derxistin jî komirekê bêkalîte û nebaş e, haya rayedaran ji vê heye. Ji sala 2019’an û vir ve her biharê kesek tê gund û dibêje ew ji wezaretê tên. Li vir dibêjin ku ew ê dakevin qada komirê û santralê ava bikin. Piştî santral bê avakirin, gelên li vir dijîn wê çi bikin? Gundî wê nikaribin çandiniyê bikin.”
 
Bakan, da zanîn ku li Kanîreşê çandinî ji ber talankirina xwezayê daketiya ji sedî 30’î, hejmara kesên heywanan xwedî dikin kêm bûye û wiha berdewam kir: “Heke santrala elektrîkê bê avakirin, em ê bi temamî biqedin.” Bakan, da xuyakirin ku santral wê li herêmê rê li ber penceşêrê veke û axaftina xwe bi van gotinan temam kir: “Ji gazên ji santralê derdikevin wê herêm bi temamî bi bandor bibe. Lewma em bi temamî li dijî vê ne.”
 
GUNDÎ JÎ LI DIJÎ WÊ NE
 
Yek ji şeniyên gund Vehpî Başak jî diyar kir ku li herêma ku tê xwestin santrala lê bê çêkirin erdên çandiniyê û baxçeyên fêkî lê hene û wiha got: “Herêm çavkaniya debara malbatan e. Em hem sewalvaniyê, hem jî çandiniyê dikin. Bexçeyên me li wir in. Texrîbata xwezayê asteke din a vê yekê ye. Ji ber HES'ên beriya niha çêkiribûn, ew der xera kirin. Niha jî santraleke ku tevahiya erdan têxe nava xwe tê avakirin. Ne tenê axa min, axa gundiyên din jî li wir e. Eger ev santral bê avakirin, mirov neçar in koç bikin. Di dema HES’ên beriya niha de digotin ‘em ê zerarê nedin xwezayê’. Lê belê wan hemû erdên me xera kirin û me tu sûd ji HES’a hatiye avakirin nedît. Li dijî vê santralê banga me li hemû gundên herêmê û gelê Çewligê ye; Divê her kes li dijî vê projeya ku dê xwezayê xera bike, bibin yek.”
 
WÊ BANDORÊ LI GUNDÊN DERDORÊ BIKE
 
Melayê berê yê gund Îbrahîm Şener jî diyar kir ku santral wê ji başiyê zêdetir zerarê bide, gundên derdorê jî dê zerarê bibînin û got: “Rewşa hewayê nebaş dibe, avhewa xerab dibe, erd xerab dibe. Wê rewşa milet çawa be û milet wê çi bike? Çêkirina vê santralê zerar e. Ji bilî heqareta li milet ne tiştek e. Ya ku em dixwazin ew e ku ev santral neyê avakirin. Bila dewlet rabe li karên xwe yên din binêre. Tu sûdeke ku bi keyfî û berjewendîperestî rabe û gel têxe nava zerarê, nîne.”
 
‘EM Ê DESTÛR NEDIN RANTÊ’
 
Zekî Anûk ê santrala termîkê weke “jehr” penase kir jî anî ziman ku tê xwestin hevsengiya xwezayê bê xerakirin û wiha axivî: “Herêma me herêmeke çandinî û sewalkariyê ye. Santrala termîkê ne li vê herême derbasdar e û ne jî em destûrê didin. Em ê heta dawiyê dest ji têkoşînê bernedin. Em qebûl nakin ku ji bo ranta hinek kesan ev qas mirov werin mexdûrkirin.”
 
Yek ji şêniyên gund Celal Şener jî destnîşan kir ku ew naxwazin xweza bê qirêjkirin û qadên wan ên jiyanê bên tunekirin û anî ziman ku ew di nava her şert û mercî de li dijî santrala termîkê ne.
 
MA / Cengîz Ozbasar