Prof. Dr. Kuçukosmanoglû: Bi hatina payizê re dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe

img

STENBOL - Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû, anî ziman ku ji ber sistkirina tevdîran û kêmbûna aşîkirinê pêla çarem a pandemiyê dest pê kiriye û hişyar kir ku dibe ku di payizê de hejmara pêketiyan zêde bibe. 

 
Hejmara pêketiyên Covîd-19'ê û kesên ji ber wê dimirin zêde dibin. Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû, polîtîkayên îqtidarê yên di warê pandemiyê de nirxandin.
 
Kuçukosmanoglû, bilêv kir ku xetereya şewbê bi varyantên nû her diçe mezintir dibe û niha pîka pêla çarem rû daye. 
 
Kuçukosmanoglû, bal kişand ser kêmbûna tevdîran jî û destnîşan kir ku bi hatina payizê re dibe ku hejmara pêketîyan zêde bibe. Kuçukosmanoglû, diyar kir ku bêyî tevdîr bên girtin dibistan hatine vekirin û lewma demildest divê tevdîr bên girtin. 
 
DIBE KU HEJMARA PÊKETIYAN ZÊDE BIBE! 
 
Kuçukosmanoglû, bilêv kir ku şewb nehatiye kontrolkirin û got: "Tevdîr hatin sistkirin. Aşîkirin didome, lê belê ne bi awayekî dihat hêvîkirin. Hê jî şewb xeteryya xwe didomîne. Bi hatine payizê re dê qelebalixiya li cihên girtî zêde bibe û lewma em wisa difikirin ku dê hejmara pêketiyan zêde bibe. 
 
REWŞA AŞIYÊ
 
Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû, diyar kir ku li Tirkîyeyê aşîkirin dereng dest pê kiriye û hêdî hêdî tê kirin. Kuçukosmanoglû, destnîşan kir ku di aşiyê de pirsgirêka mezin tedarikirin e û welatî bi zorê aşiyê peyda dikin. Kuçukosmanoglû got: "Ji sedî 80'yê Tirkiyeyê herî kêm divê doza duyemîn a aşiyê kiribe da ku vîrus bê kontrolkirin. Lê hê nehatiye kirin." 
 
Kuçukosmanoglû, bilêv kir ku mirov di warê aşiyê de dudilî ne û got: "Hin mirov hene wisa difkirin; 'Gelo ev aşî mirovan naparêzin? Gelo qey me beleheq li xwe xist?' Tiştekî wisa tune ye. Di vê pîka çarem de ên herî zêde tesîr ji şewbê girtin kesên neaşîkirî bûn. Herî zêde jî ciwanên ku aşî nabin tesîrê ji vê digirin. Divê dirûşmeya, 'dudilî nebe, aşî bibe' hîn zêdetir berbelav bibe." 
 
REWŞA DIBISTANAN
 
Kuçukosmanoglû, anî ziman ku çendî dihat zanîn dê dibistan bên vekirin jî baş tevdîr nehatine girtin û got: "Kesên di sektora perwerdehiyê de diviyabû hemû bihatana aşîkirin. Tenê gotin 'em dixwazin hûn aşî bibin.' Ji xeynî vê divê tevdîrên din jî esas bên girtin. Ji bo nimûne, divê hejmara polên qelebalix bê kêmkirin, hewadarî baş be, dezenfektan hebe û maske bê peydakirin. Lê belê tevdîrên di vî warî de bi derengî hatin xistin." 
 
MÎTÎNGÊN DIJ-AŞIYÊ
 
Kuçukosmanoglû, bal kişand ser destûra ji bo lidarxistina mîtîngên dij-aşiyê jî û destnîşan kir ku ev "durûtiya" dewletê ye û got: "Çend hefte berê Hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê xwestin bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîngekê li dar bixin, lê belê polîsan di çalakiyê de mirov binçav kirin. Destûra çalakiyeke wisa aştiyane nedan, lê rabûn destûra mîtîngên dij-aşiyê dan. Mafê civîn û meşan mafê her kesî ye."