Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin

img
AMED - Şewata duh li Herêma Kelekê ya navçeya Licê hatibû derxistin, bi hewldana welatiyan hat vemirandin. 
 
Duh li herêma Kelekê ya Gundê Husênika bi ser naçeya Licê ya Amedê ve şewat derketibû. Şewata ku piştî tevgera eskerî li herêmê derket, ji xeynî welatiyan kesî mudaxile nekir. Welatiyên ku mudaxileyî şewatê kirin û wiha gotin: “Me şewat bi derfetên xwe vemirand. Em li rayedaran geriyan û agirkuj xwest lê neşandin. Me bi tena serê xwe heta derengî şevê mudaxileyî şewatê kir û vemirand.”