Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe

img

WAN - Li Bendava Koçkopru ya di navbera 1978-1992’an de li Geliyê Zîlan hatiye çêkirin mirina masiyan zêde bûye û ev yek fikaran dide. 

Li Bendava Koçkopru ya ku di navbera salên 1978-1992'an de li ser Geliyê Zîlan a li navçeya Erdîşa Wanê hatibû çêkirin, van demên dawî gelek masî dimirin. Li hember vê yekê, di bendavê de tu tedbîr nayên girtin û rayedar di vê mijarê de xelkê agahdar nakin. Welatiyên masiyan li bendavê digire dibin malê. 
 
BANDORA HES’Ê
 
Ava ku di bendavê de diherike, ku par bi tebeqeyek kesk hatibû pêçandin, ji aliyê gel ve ji bo avdana zeviyên çandiniyê tê bikaranîn û ava mayî jî diherike Gola Wanê. Bi Santrala Hîdroelektrîkî (HES) ku li ser vê ava diherike bendavê hatiye çêkirin, rêça çem ber bi aliyek din ve tê veguheztin û dibe sedema kêmbûna ava bendavê. Tê diyarkirin ku sedema mirina masiyan ji ber kêmbûna oksîjena masiyan a ji ber HES’ê ye. 
 
DU ROJ IN ZÊDE BÛYE
 
Tanjû Kaya diyar kir ku mirina masiyan di du rojên dawî de zêde bûye û sedema mirinê nehatiye tespîtkirin û yên van masiyan berhev dikin jîn ayên hişyarkirin. 
 
TEVDÎR NAYÊN GIRTIN 
 
Şahîn Înan ku li wê herêmê dijî bi bîr xist ku wan hişyarî dabû ku ji ber guherîna rengê avê di bendavê de mirina masiyan a sala par çêdibe û di analîzên par hatin kirin de, di ava bendavê de zêdebûna asta nîtrojenê hat dîtin û bandorê li ser mirina masiyan kiriye. Înan got tevdîr nayên girtin û xwest ku demildest tevdîr ji bo mirina masiyan were girtin.