Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn

img

SEMSÛR - Cotkar Mehmet Tuzcu, diyar kir ku Çemê Goksuyê ku yek ji çavkaniyên ava Semsûrê ye û bi hişkesaliyê re têdikoşe, bi qenalan dibin Dîlokê. Tuzcu, da zanîn ku ew di bin avê de tî dimînin û got: “Ava Semsûrê didin Dîlokê û ava vexwarinê bi dorê didin gelê Semsûrê.” 

Ava Gola Bendava Çamgazî ya ku li navenda Semsûrê ye û ji bo avdanê tê bikaranîn, bi qasî 500 metreyan vekişiyaye. Bi vekişandina avê re, terken fireh ketin erda hişk bûye. Rêbejahiya Golbaşi ya  Semsûrê ya kevn a ku di bin bendava di sala 1990’an hatibû çêkirin de ma bû, ji ber kêmbûna avê dîsa derketiye holê. Hewza Bendava Çamgazî ji bo avdana 6 hezar û 536 hektar erd tê bikaranîn.
 
Li gorî danayên Miduriyeta Şaxa Daneyên Çandinî û Koordînasyona Miduriyeta Daristan û Çandiniyê, ji ber hişkesaliyê, li qadên çandiniya hişk tên kirin, di navbera ji sedî 30 û ji 60 kêm bûye. Li Semsûrê, hişkesaliyê, bandorek mezin li ava vexwarinê jî kiriye. Ji ber kêmbûna avên jêderkan, ava vexwarinê bi dorê li navenda bajêr tê belavkirin. Li başûrê Bulvara Ataturk a Navendê, di navbera 14.00 û 24.00 de, li bakurê wê jî di navbera 02.00 û 12.00 av tê dayîn. 
 
Welatiyê 44 salî Kamîl Bozkurt ê li gundê Çakal ê 500 kîlometere dûrî bajare cotkariyê dike, diyar kir ku ava bendavê yekemîn carek ku evqas vekişayîye. Bozkurt, da zanîn ku tekane çavkaniya debara bi hezaran welatiyan e, evqas bandorek neyînî li çandiniyê kiriye. 
 
POLÎTÎKAYEKE AVDANÊ TUNEYE
 
Bozkurt, bal kişand ser hişkesaliya di demên dawî de zêde bûye û wiha axivî: “Ji ber gerim bûna kûrewî, av hişk bûn. Lê sedema ziwabûna golê ne tenê bi vê yekê ve girêdayî ye. Polîtîkayên avdanê ne rastin. Polîtîkayeke avdanê Tuneye. Cotkar nayin perwerde kirin. Ji ber vê nizanîn wê çawan avdanê bikin. Di encama bikaranîna avê ya bêhiş de, av nema, me hemûyan bi hev re hewz ziwa kirin.
 
GUNDÊ MEXDÛRIN
 
Bozkurt ê hilberîna tûtinê dike, wiha axivî: “Min ji golê av ne kêşa, lê min av ji Çemê Çakal kêşa. Bi sedsalane ku Çemê Çakal heye. Bi çêkirina bendavê re, ava me jî herikî bendavê. Ji ber vê em bê av man. Hilberîna ku divê em 3-4 rojan av bidin, em di nava 7-8 rojan de av didin. Hemû kesên li gund dijîn, karê çandiniyê dikin. Ji ber ku av tuneye, niha hemû mexdûr bûne. Hilberînên ku berî 3 mehan me çandin, ji ber tunebûna avê riziyan. Dîsa gelek zirara gundiyan çêbûye. Ji bo ku av bê divê makîneyên avê hebin. Gelek gundî ji neçarî du mekîneyan bi kar tîn. Ev makîneyên avêjî bi mazotê dixebitin. Berê me bi 5-10 deh boruyîn av dikişand, lê niha divê em bi sedan boru bi kar bînin. Ev jî, ji bo cotkaran dibe mesrefa duyemîn. Mesrefa me berî yek bû, niha bûye 3 qat. Êdî rewş wisan bûye, ji ber hişkesaliyê, li qadên çandiniya hişk tên kirin, di navbera ji sedî 30 û ji 60 kêm bûye.”
 
DIVÊ ÇARESERIYEK LEZGÎN BÊ KIRIN
 
Bozkurt, dest nîşan kir ku Semsûr xwedî hewzeke mezin a avêye û wiha bidawî kri: “Divê ava vexwarinê ya li Semsûrê tu carî ne qede. Li hin gundên nêzî navenda bajêr, bi dorê av ji bo welatiyan tê dayîn. Hişkesaliyek heye. Divê demildest mirov bên zanekirin û çareseriyek lezgîn bê dîtin. Ger ev pirsgirêk wisa dewam bike, mirov wê nekarin çandiniyê bikin. Ev serdem, serdema teknolojiyê ye, divê jêderkên enerjî yên alternatif bên belavkirin.”
 
LI 30-40 GUNDAN GEFA AVÊ HEYE 
 
Cotkar Mehmet Tuzcu jî, anî ziman ku hilberînên cotkarên gundê Çamgazi yê dikeve başûrê golê, ji ber kêmbûyîna avê hêdî hêdî hişk dibin û wiha axivî: “Cotkar ava ku di golê de kom dibe, bi derfetên xwe dixin qenalan û hewl didin hilberînên xwe xelas bikin. Ger av tune be, wê îsot, hinar û tûtina hatine çandin hişk bibin. Asta ava qenalan pir ketiye. Çemê Goksuyê ku 1,5 kîlometre dûrî Bendava Çamgazî ye, bi qenalan dibin Dîlokê. Di Çemê Goksû de, ava ku têra herêmê bike heye. Lê bi qenalan dibin Dîlokê. Em dibin avê de tî dimînin. Em nikarin hilberînin xwe av bidin. Hem keda me bi vî awayî vale diçe. Zirara me pir mezine. Ava Semsûrê didin Dîlokê.”
 
Tuzcu, fikara xwe ya ger li herêmê çandinî bi dawî bibe, wê bi hezaran kes koçber bikin anî ziman û wiha bidawî kir: “Ji bo ku ev koçberî dest pê neke, divê qismeke Çemê Goksû bi herîkinin Bendava Çamgaziyê.” 
 
MA / Emrûllah Acar