Herêma ku balafirên şer bomberbaran kir 4 roj in dişewite

img

AMED - Şewata ku li gundê Pîrejman ê navçeya Pîranê di encama bomberana balafirên şer de derket, 4 roj in didome.

 
Şewata ku di 7’ê îlonê de li gundê Pîrejman ê bi ser navçeya Pîrana Amedê ve derket, didome. Şêniyên gund diyarkirin ku piştî bomberana balafirên şer a li herêma Balolan, şewat derket û şewat her ku diçe nêzî gund dibe. Şêniyên taxê bi lêv kirin ku ji bo şewat nêzî jîngehan nebe li hin cihan mudaxileyî şewatê dikin. 
 
4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Li aliyê din eskeran di saetên serê sibê de li gund bi ser malan de girtin û 4 kes binçavkirin. Her çar kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn, piştî îfadeyên wan hatin wergirtin, hatin berdan.