Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin

img

AMED – Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Selman Karasû, diyar kir ku şewatên daristanan bandorê li tevahiya erdnîgariya li derdora xwe dikin û ev tişt got: “Heke em hestiyeriya pêwîst daneynin holê em ê tev winda bikin.”

Di mehên dawîn de li Amed, Mêrdîn, Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê ji ber operasyonên leşkerî gelek şewatên daristanan derketin. Tenê li Şirnexê di 4 mehan de 21 car û li Dersimê jî di mehekê de 5 caran şewatên daristanan derketin. Ji ber şewatan bi hezaran dar şewitîn û gelek zindewar di nav agir de can dan. Hewldanên vemirandinê yên gelê herêmê ji aliyê leşker û polisan ve bi hinceta “herêma taybet a ewlehiyê” û “qedexeyê”  hatin asstengkirin. Ji ber bertekan tene li Dersim û Çewlikê di hewa de mudaxaleyî şewatan hat kirin. Agirên din bi xwe vemirîn. 
 
REWŞA LI DERSIM Û ÇEWLIKÊ
 
Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Selman Karasû, texrîbata ku ji ber şewatan li herêmê çêbûye û têrnekirina mudaxaleyan nirxand. Selman Karasû, diyar kir ku şewata ku 15 rojan li Dersimê berdewam kiriye xesareke mezin gihandiye erdnîgariyê û wiha got: “Dezgehên fermî dibêjin ku 45 hektar şewitiye. Lê li gorî agahiyên ku me ji hevalên xwe yên lêkolînan kirine girtiye; rewş gelek ji vê girantir e. Em nikarin daneyeke zelal bidin. Lewre kes nikare bikeve herêmê agir lê derketine. Ji ber herêmên operasyonan e ne destûr tê dayîn lêkolîn bên kirin ne jî destûr tê dayîn mudaxale bê kirin. Şewata li Çewlikê 10 rojan berdewam kir û bi xwe vemirî. Dema ku mirov li kapasîteya agiran dinêre dibine ku mudaxaleyên kem têra vemirandinê nakin.”
 
BANDORA AGIRAN A LI HAWIRDORÊ
 
Karasû, destnîşan kir ku şewatên daristanan tene xesarê nadin daran, di mehan deme de şewat bandorê li zindewerên li daristanan jî dike û ev tişt gotin: “Agir bandor li wargehên li derdora xwe jî dike. Bandor li avê jî dike. Heta bandor li çem û pergala baranî jî dikin. Ji ber vê divê weke pirsgirêkek micid bê dîtin. Qrîza avhewayê bandor li agiran dike lê sedem ne tenê ev e. Deverên ku dişewitin piştî demeke kurt dibin otel û avahiyên mîna wan tên avakirin. Şewatên li herêmê jî ji ber operasyonên leşkerî dertên. Deverên ku dişewitin an derdora qereqolan an jî qadên leşkerî ne. Ev agir di çarçoveya konsepta şer de dertên. Wê encamê van şewatan girantir bin.”
 
COT STANDARTÎ
 
Di berdewama nirxandinên xwe de Karasû, bal kişand ser cotstandartiya nêzikbûna şewatan li Tirkiyeyê û herêmê û ev tişt anîn ziman: “Wê encamên hilweşîner ên vê rewşê di demên pêş de wê xwe bêtir nîşan bidin. Di encamê de şewata ku îro li Amedê derkeve wê bandor li Aksaray û Îzmîrê jî bike. Erdnîgarî girêdayî hev in. Sînor hebin jî xweza yekpare ye. Heke em li dijî vê konsepta şer hesasiyeta pêwîst nîşan nedin em ê tev winda bikin. Berpirsyariya me tevan e. Ne tenê pirsgirêka amediyan e. Divê hemû alî derdor bi awayekî micid nêzî şewatên daristanan bibin û ji bo pêşîgirtinê bergiriyên pêwîst bigirin. Peşîgirtina şewatên daristanan di destê me de ye. Bes em bibin xwediyên bihêz ên gotina ‘hûn nikarin dest bidin qada jiyana min’.”
 
 MA / Eylem Akdag - Ceylan Şahînlî