7 roj in Herêma Şênê dişewite

img

AMED - Li Herêma Şênê ya Mûşê 7 roj in şewat derketiye û didome.    

 
Li Herêma Şênê ya di navbera Mûş û Amedê de 7 roj berê şewat derket û didome. Her roj şewat belavî cihên cuda dibe û ji ber şewatê bi hezaran dar û ber şewitîn û bûn xwelî. Li herêma şewatê bi hêceta “ewlehiyê” destûr nayê dayîn welatî biçin bitefînin. 
 
Serokê Giştî yê Komeleya Meşe Îhsan Aytemîş bertek nîşanî şewatê da û got: “Şewitandina daristanê talan e. Em dixwazin sedemê vê şewatê were lêkolînkirin. Bila sûcdar bêceza nemînin.” 
 
MUDAXELE NAYÊ KIRIN 
 
Têkildarî şewatê em li Miduriyeta Daristanan a Mûşê geriyan û diyar kir ku 5 roj in mudaxileyî şewatê dikin lê ji ber şertên aqarê herêmê amûrê agirkujiyê û xebatkarên wan nikarin mudaxile bikin. Miduriyetê got ew derfeta wan nîne ku ji hewa ve mudaxileyî şewatê bikin.