Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin

  • cîhan
  • 08:38 19 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama qezaya helîkopterê ya li Kenyayê de Serfermandarê Giştî yê Artêşê Francis Ogolla û 10 leşker mirin. 
 
Li Kenyayê qezaya helîkopterê çêbû. Di qezayê de Serfermandarê Giştî yê Artêşê Francis Ogolla û 10 leşker mirin û 2 leşker jî birîndar bûn. 
 
Serokê Dewletê William Ruto bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkopter demekî kin piştî rabûna hewayî ketiye û ji ber windahiyên heyî xemgîn in. Ruto, da zanîn ku li gorî saeta herêmê qeza saet di 14.20’an de çêbû û Hêzên Hewayî yên Kenyayê ji bo sedema qezayê hîn bibin komeke lêkolînê şandine cihê bûyerê. Ruto, got ku wan ji ber qezayê li seranserî welat 3 roj şîna neteweyî ragihandine.