Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 13:45 17 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ûmman u Behreyn ên girêdayî Yekitiya Mîritiyên Ereb ji ber barana zêde lêhî rabû. Li Ûmmanê 18 kes jiyana xwe ji dest dan.
 
Li Ûmman û Behreyn ên girêdayî Yekitiya Mîritiyên Ereb barana zêde bariye lêhî rakir. 18 welatî ji ber lêhiya rabûye jiyana xwe j dest dan. 
 
Herwiha bahozê bandora xwe li hin herêmên Bahreyn, Ûmman ên Yekitiya Mîritiyên Ereb, û Qatarê zêde kir. Li van welatan ku avhewaya wan ziwa ye, ji ber barana zêde di bin lêhiyê de man û trafîk rawestiya. Li Ûmmanê ji ber baranê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Li Dûbaiyê roja sêşemê bi qasî du salan baran bariya. Kolan û navenda bazar di bin avê de man. Balafirgeha Navneteweyî ya Dûbaiyê ku yek ji balafirgehên herî bi tevger a cîhanê ye, roja Sêşemê berê hin balafiran da balefigehên cudatir. 
 
18 KES JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Li Ûmmanê piştî lêhiyê cesedê zarokekî ku roja sêşemê jiyan xwe ji dest dabû hate dîtin. Li gorî rayedaran ji roja yekşemê û vir ve herî kêm 18 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li hin herêmên Qatarê jî baranê bandora xwe zêde kir. Bahreyn jî barana zêde bandor bû.