Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 10:49 17 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê êrişî malekî li Refahê û Kampa Penaberan a El Megaziyê kir. Di êrişê de tevî zarokan 18 kes jiyana xwe ji dest dan.

 
Îsraîl êrişên xwe yên di cotmeha 2023’yan de li dijî Xezayê dane destpêkirin didomîne. Îsraîl malekî li Refaha başurê Xezayê bombebaran kir û 4 jê zarok 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên rayedarên tenduristiyê yên Filîstînê dane artêşa Îsraîlê avahiyê malbata Ebu el-Hunud jî ku di Kampa Penaberan a Yebnayê de ye jî bombebaran kir û tevî ku di nav de zarok jî hebûn, 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîdar bûn. Cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin Nexweşxaneya Kuveytê.
 
‘DIBISTAN HATIN DORPÊÇKIRIN’
 
Li gorî agahiyên ajansa nûçeya Reutersê tangên şer ên Îsraîlê ber bi Beyt Hununa bakurê Xezayê ve diçin û hin dibistanên ku filîstînê xwe spartinê, dorpêç kirine. Li gorî çavkaniyekî ji Reutersê re axiviye, leşkerên îsraîlê ferman dane ku tevahî şêniyên li malê xwe de dimînin û kesên xwe sipartine dibistanan, herêmê vala bikin. Herwiha çavkanî da zanîn ku leşkeran gelek zilam jî binçav kirin. 
 
Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê dane destpêkirin de heya niha herî kêm 14 hezar û 500 zarok, 9 hezar û 560 jin, bi giştî 33 hezar û 843 filîstînî jiyanan xwe ji dest dan, 76 hezar û 575 kes jî birîndar bûn.