Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt

  • cîhan
  • 12:26 11 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nîkaragua ku Almanyayê bi “alîkarî daye qirkirina li Xezeyê” sûcdar dike, konsolosxaneya xwe ya li Berlînê girt. 
 
Nîkaragua ku ji welatên Amerîkaya Navîn e, ji ber piştgiriya leşkerî ya dide Îsraîlê, derheqê Almanyayê de bi sûcdariya “Alîkarî daye qirkirina li Xezeyê” li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî doz vekir. Nîkaraguayê niha jî biryar da ku konsolosxaneya xwe ya li Berlînê bigire. 
 
Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, Nîkaraguayê konsolosxaneya xwe ya li Berlînê girt. 
 
Li Almanyayê nêzî 250 hemwelatiyên Nîkaraguayê dijîn û li Nîkaraguayê jî nêzî hezar û hemwelatiyên alman dijîn. 
 
Li gorî nûçeya li ser çapemeniya almanan, dê bi kar û barên konsolosxaneyê û daxwazên din Konsolosxaneya Nîkaraguayê ya li Avûstûryayê eleqedar bibe.