Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe

  • cîhan
  • 10:46 11 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî konsoloxaneya Îranê ya li Sûriyeyê bi gefxwarinan mezin dibe. Serokê DYA’yê Joe Biden ragihand ku dê piştgiriya wan a bi Tel Avîvê re bidome. 
 
Balafirên şer ên Îsraîlê di 1’ê nîsanê de avahiya Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê bombebaran kir. Di êrişê de endamên Artêşa Mihafizên Şoreşê, Mîrlîwa Muhammed Riza Zahîdî û Mîrlîwa Muhammed Hadî Hac Rahîmî jî di nav de 7 kes mirin. Ji roja êrişê heta niha jî rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe. 
 
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney bi gotina; “Rejîma şeytanî xetayek kir û divê were cezakirin. Jixwe dê bê cezakirin jî.” gef li Îsraîlê xwar. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz jî li ser platforma X’ê bi peyama xwe Îran hedef girt. 
 
Katz, di parvekirina xwe de hesaba Hamaney etîket kir û wiha got: “Heke Îran ji xaka xwe êrişî me bike em ê bersivê bidin, em ê êrişî Îranê bikin.”
 
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî li dijî îxtîmala êrişa Îranê wiha got: “Li kîjan devera Rojhilata Navîn dibe bila bibe, li dijî kesên êrişî xaka Îsraîlê dikin, em ê bi awayekî herî lezgîn bersivê bidin. Em dizanin bê ka dê çawa bersivê bidin. Dê berteka Îsraîlê gelek bibandor be û yek ji tişta herî zêde em tê de serkeftî ew e ku dijmin nizane em ê ji bo wan surprîzeke çawa bikin.” 
 
BIDEN PIŞTGIRÎ DA ÎSRAÎLÊ
 
Rageşiya di navbera her du welatan de aloziya li Rojhilata Navîn hêj kûrtir kir. Serokê DYA’yê Joe Biden jî piştgirî da Îsraîlê. Biden, di daxuyaniya hevpar a bi Serokwezîrê Japonyayê Kişida Fumio ya li Qesra Spît de wiha got: “Me gefa cidî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê jî di civînê de nirxand. Weke ku min ji serokwezîr Netanyahu re gotibû, li dijî gefê Îran û alîgirên wan ên li herêmê, em her tim li cem Îsraîlê ne. Ez careke din dibêjim, ev temînata me ya ewlehiyê teqez e.” 
 
Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken jî piştgiriya xwe ya bi Îsraîlê re dubare kir.