Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an

  • cîhan
  • 18:50 10 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku di erdheja mezin de ku hefteya borî li Taywanê çêbû, hejmara miriyan gihaştiye 16'an. 
 
Di 3’yê Nîsanê de li Taywanê bi pileya 7,4 erdhej çêbû. Di encama erdehejê de 16 kes mirin û zêdeyî hezar û 100 kes jî birîndar bûn.
 
Li ser rêya navëya Shakadang ê Hualien a rojhilatê Taywanê ku navenda erdhejê ye, di bin keviran de cenazeyên nû hatin derxistin. Hat ragihandin ku 3 kes jî winda ne.
 
Serokdewletê Taywanê Tsai Ing-wen roja Çarşemê çû Hualienê, spasiya tîmên rizgarkirinê kir û soza alîkariya bilez da. Tsai got, "Hemû kes hefteya çûyî pir xebitîn û ji bo hewildanên we gelek spas.
 
Ligel ku rayedar xebatên sererastkirina rêyan û vekirina tunelên girtî didomînin, tê gotin ku ji ber şimitîna axê nêzî 40 kes hê jî asê mane.
 
Erdheja 3’yê Nîsanê piştî erdheja 7,6 ya ku di sala 1999’an de li Taywanê qewimî, erdheja herî mezin bû.
 
Di sala 1999’an de di erdheja herî mezin a dîroka giravê de 2 hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.