Li Girtîgeha Bremenê rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate qedexekirin

  • cîhan
  • 17:48 9 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Li girtiyê siyasî Ozgur Aydin ê li Girtîgeha Bremenê ya Almanyayê tê ragirtin rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate qedexekirin. Aydin di nameya ku têkildarî mijarê nivîsiye de ev yek weke “Mantika Naziyê” penase kir. 
 
Ozgur Aydin ku li Girtîgeha Bremenê ya Almanyayê tê ragirtin, di nameya xwe ya 4’ê nîsana 2024’an de ji bo Gul Guzel a nivîskara malpera Avrûpa Demokrat Haberê ye nivîsandî diyari kir ku rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê nadin wî û ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ji bo rojnameyê biryara qedexeyê hatiye wergirtin. 
 
‘MANTIQA NAZÎ YE’ 
 
Aydin, da zanîn ku ji ber li Girtîgeha Bremenê burokrasî zêde ye, pêvajo gelek giran dimeşin û wiha got: “Her wiha rojnameya Ozgur Polîtîkayê ji min re qedexe kirin. Tam mantîqa nazî ye. Îtîraza pêwîst hate kirin. Ji bilî wê dema qulûbe vala dimîne em dikarin telefonê bikin. Ew piçekê baş e. Em dikarin kesên dixwazin bigerin.”
 
Aydin di nameya xwe de bi lêv kir ku encamên hilbijartinê yên 31’ê Adarê ji wan re bûne moral û wiha domand: “Dawiya Erdogan xuya dike. Hêvî dikim ku kesên dibêjin em muxalefet in rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêkên welat vekin.”
 
Aydin, destnîşan kir ku xwedîderketina pîrozbahiyên Newrozê û zêdebûna rêxistinkirinê girîng e û ev tişt gotin: “Bûye pêdiviyek ku her kes li cihê lê ye berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Ez di wê baweriyê de me ku eger em vê vîraja dawî xurt bikin, serketin wê ya me be. Afirandina welatekî azad bi azadiya Rêbertî re xeyala herî mezin a me hemûyan e. Bi hêviya ku em ê berî demekî dirêj serbikevin.”