Li Rûsya û Kazakistanê ji ber lehiyan zêdetirî 90 hezar kes hatin tehliyekirin

  • cîhan
  • 16:50 9 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber lehiyên li Rûsya û Kazakistanê rabûn zêdetirî 90 hezar kes hatin tehliyekirin. Li bajarê Orskê yê Rûsyayê ji ber rabûna ava bendavê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Gefa lehiyan a li Rûsya û Kazakistanê didome. Mezintirîn karesatên lehiyan ên di salên dawî de li her du welatan qewimîn û rewşa awarte hate ragihandin. 
 
Hat ragihandin ku ji ber zêdebûna germahiyê, baranên tund, helîna berfê, şikestina qerisînên li ser çeman li rûsya û Kazakstanê lehî rabûn. 
 
Wezareta Rewşên Lezgîn a Kazakistanê roja sêşemê daxuyanî da û got: “Piştî destpêkirina lehiyan û vir ve li Kazakistanê 86 hezar kes hatin rizgarkirin û tehliyekirin ku 29 hezar ji wan zarok in.”
 
Tehliye li bakur û rojavayê vî welatê mezin ê Asyaya Navîn a li sînorê Rûsyayê, pêk hat.
 
RÛSYA
 
Roja sêşemê rayedarên rûs ragihandibûn ku li herêmên Ûral û Sîbîryayê 6 hezar û 500 kes hatin tehliyekirin û malên zêdeyî 10 hezar û 550 kesan di bin avê de man.
 
Li 5 herêmên Kazakistanê rabûna avan dewam dike û zêdeyî 3 hezar û 700 mal di bin avê de mane.
 
Serokkomar Kasim Comert Tokayev bi zimanekî tund rayedarên herêmî ji ber bêamadekariyê rexne kir û lehiyên hefteya borî weke “karesata xwezayî ya herî mezin a 80 salên dawiyê” pênase kir.
 
Li aliyê din ê sînor, li Rûsyayê herêma Orenbûrg herî zêde bandor bûye, asta çemê Ûral car din bilind bû. Şaredarê Orenbûrgê hişyarî kir ku lehî wê roja Çarşemê bigihije lûtkeyê.