Almanya bi hinceta ‘bûye şirîka qirkirina li Filistînê’ tê darizandin

  • cîhan
  • 12:17 8 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nîkaraguayê bi hinceta Almanya bûye şirîka qirkirina li Filistînê doz lê vekir. Danişîna dozê îro li Dîwana Edaletê ya Navnetewî dest pê dike. 
 
Yek ji welatên Amerîkaya Navîn Nîkaraguayê bi hinceta “pêkanîna qirkirinê li Filistînê hêsan kiriye” li Almanyayê doz vekir. Danişîna dozê îro li Dîwana Edaleta Navnetewî dest pê dike. Doza ku dê îro li Laheyê were dîtin dê ji gel re vekirî be. 
 
Li ser îdiayên ku xebatkarên Saziya Alîkariyê ya ji Penaberên Filistînî re (UNRWA) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî tev li êrişa Îsraîlê ya di 7’ê cotmeha 2023’yan de bûne, hin welatên ku Almanya jî di nav de alîkariya malî ya ji saziya alîkariyê re birî bû. 
 
Di destpêka meha adarê de Nîkaragûayê daxwaznameyek ji 43 rûpelan pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî kiribû û bi dayîna piştgiriya siyasî, malî û leşkerî ji Îsraîlê re Almanya bi “hevkariya qirkirina li Gazzeyê” sûcdar kiribû.
 
Nîkaraguayê, Almanya bi binpêkirina “Peymana Pêşîgirtina li Sûcê Qirkirinê û Cezakirina Sûcê Qirkirinê, Peymanên Cenevreyê yên sala 1949’an û Protokolên Pêvek û “prensîbên nikarin bên binpêkirin ên hiqûqa însanî ya navneteweyî” sûcdar kir, ji Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî xwest, ku tedbîrên demkî yên li ser binpêkirina hiqûqa navneteweyî û rola Almanyayê ya li Şerîda Gazzeyê bigire heta ku doz bi dawî bibe.
 
ALMANYA ÎDIAYÊ QEBÛL NAKE
 
Berdevkê Wezareta Karên Derve yên Alman Sebastian Fischer, beriya danişînê wiha got: “Em îdiayên nîkaraguayê qebûl nakin.” Fischer, ji rojnamevanan re wiha got: “Almanyayê ne Peymana Qirkirinê ne jî hiqûqa mirovî ya navnetewî bin pê nekiriye û em ê li ber Dîwana Edaletê ya navnetewî vê deynin holê.”
 
Di roja ewil a dozê de Nîkaragua dê parastina devkî bike. Di beşa sibê ya danişînê de, Almanya dê bersiva îdiayên derbarê xwe de bide. Dadgeh dê piştî parastinên bi devkî, dê rojên pêş de têkildarî dozê biryara xwe aşkere bike.