Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya

  • cîhan
  • 15:25 5 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Tirkiye ji Peymana Lihevkirî ya Hêzên Biçek a Ewropayê vekişiya. 
 
Li gorî biryara bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a di Rojnameya Fermî de hatiye çapkirin, Tirkiye ji Peymana Lihevkirî ya Hêzên Biçek a Ewropayê (AKKA) vekişiya.
 
Li gorî biryarê Tirkiye ji çekên lihevkirî çiqas bixwaze dê karibe çêke û dê derbarê hejmara van çekan de tu agahî nede tu kesê. Herwiha li gorî peymanê ji çêkirina hin cureyên çekan de sînorek hebû dê Tirkiye guh nede van sînoran jî. Bi vekişîna ji peymanê re, Tirkiye ji kîjan çekê çiqas bixwaze dê karibe çêke û dê tu agahiyê bi tu kesê re parve neke. 
 
Par Rûsya û Polonya jî ji vê peymanê vekişiyabûn.